EKÎP
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Siyasetmedarê berê Mehmûd Osmanê ku şahidiya têkiliyên di navbera kurdên Iraqê û Îsraîlê de kiriye got di demên berê de Îsraîlê xwest ku ew kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, piştgiriya Îsraîlê ji xêrê zêdetir wê bibe sedema gelek ziraran.
Osman der barê piştgiriya Îsraîlê ya referandumê de daxuyanî da nûçegihanên AAyê.
Osman got têkiliyên di navbera kurdên li Iraqê û Îsraîlê de di serê sala 1970an de dest pê kiriye û wiha dewam kir: "Wek berê niha jî xêra vê têkiliyê ji me ra tune. Heke Îsraîl piştgiriyê bide me, welatên ereb û îslamê wê li hember me bisekinin. Îsraîlê ji bo me çi bike? Sînorên Îsraîlê bi me ra tune, ji ber wê tu carê dilê min bi vê têkiliyê razî nîne. Min got rayedarên kurd bila ji Îsraîlê re deriyan venekin, lewra em zirarê dibînin."
Osman destnîşan kir Îsraîl bi fermî piştgiriyê nade avabûna dewleteke kurd û wiha axivî: "Der barê ve de bi tenê gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu hene. Piştî hişyariya Amerîkayê ew jî bêdeng ma. Her tişt di gotinê da ma. Lewra Îsraîl nikare ji gotina Amerîkayê derkeve."
Der barê bilindkirina alayên Îsraîlê yên di mitîngên referandumê de Osman got ev tevgereke şaş bû û wiha pê de çû: "Hin kesan bi tena serê xwe dibe ku ev tişt kiribin lê dîsa jî şaş bû. Lewra tu xêra van ji me re tune, dibêjin emê bibin Îsraîla duyemîn. Piştgiriya Îsraîlê bi tenê zirarê dide me."
- 'Îsraîl dikare ji bo polîtîkaya xwe her tiştî bike'
Osman ji salên 1960î vir va siyasetê dike û li ser têkiliya Îsraîl û kurdên Iraqê ya salên 1970 û 80yî wiha axivî: "Wê demê (kurd) bi Bexdayê ra di pevçûnê da bûn û hemû welatên ereb jî piştgirî dida Seddam. Tenê Îranê piştgirî nedidayê. Me jî ji wan bawer nedikir. Amerîkayî bi rêya Îranê bûn mudaxilê karê me. Mebesta serkirdeyên kurdan jî ew bû ku bi rêya Îsraîlê Amerîkayê ra têkiliyê daynin, lewra wê demê têkiliya me bi Amerîkayê ra tunebû."
Osman diyar kir, lobiya cihûyan wan salan li Amerîkayê pir xurt bûn û wiha dewam kir:
"Bi rêya vê lobiyê me xwest ku em bi Amerîkayê ra têkiliyê daynin, lê Amerîkayê ev firsend neda wan (Îsraîl). Amerîkayê tenê hin alîkariya pere û çekan kir. Vê alîkariyê têra me nekir. Polîtîkayên wan (Îsraîl) hene. Ji bo wê jî dikarin her tiştî bikin. Piştgitiyeke pak nedan me û ew nikarin ji stratejiya Amerîkayê derkevin. Ji ber vê yekê Îsraîlê berê xwest ku kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Sedema şerê kurdan û Iraqê, encama siyaseta şahê Îranê bû. Paşê xwestin ku Iraq bi Sûriyeyê ra şer bike. Ev hemû ji bo berjewendiyên wan bûn. Di van heyaman da ji aliyê siyasî va tu xêreke Îsraîlê negihîşt kurdan. Di pêvajoya referandumê da hin daxuyanî dan û paşê xwe ker kirin. Li gor min piştî vê saetê tiştekî cidî nakin."