İbrahim Atmaca
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva gazî Philip Kosnettê Misteşarê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê kir û jê ra got ku Tirkiye li bendê ye ku Amerîka ji biryara rawestandina karûbarên vîzeyê yên li Tirkiyeyê vegere.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Wezareta Karên Derva gazî Kosnettê Misteşarê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê kir.
Rayedarên wezaretê ji Kosnett ra wiha gotin: "Karûbarên vîzeyê bûn sedema rageşiyeke badilhewa û rêya mexdûriyetê vekir. Tirkiye li bendê ye ku (Amerîka) ji vê biryara xwe vegere."
Ji ber ku Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê John Bass li Enqereyê nîne, wezaretê bangî Misteşar Kosnett kir.
Ji aliyekî din va hat gotin ku Misteşarê Wezareta Karên Derva Umît Yalçin jî duh êvarê piştî daxuyaniya li ser mijara vîzeyê ya Balyozxaneya Amerîkayê, bi têlefonê Balyoz Bass ra axiviye.
Amerîkayê daxuyandibû ku li hemû misyonên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Tirkiyeyê xizmetên vîzeyê yên ku penaber nînin da rawestandin, li ser vê yekê Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê jî daxuyaniya "Li hemû mîsyonên me yên li Amerîkayê miameleyên vîzeyê yên ji bo welatiyên Amerîkayê hatine rawestandin" dabû.
Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê kûmpasa FETOya rêxistina terorê ya çekdar a di 17/25ê kanûna pêşîn a 2013an de hatibû tespîtkirin ku têkiliya Metîn Topuzê peywirdarê Serqonsolosxaneya Stenbolê ya Amerîkayê bi midûrên polêsan ên berê yên ku der heqê wan de doz hatine vekirin û dozgerê berê yê firarî Zekeriya Oz re heye.
Topuz ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinê û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve ji ber sûcên "Teşebûsa ji holê rakirina pergala Destûra Bingehîn", "sixurî" û "Teşebûsa ji holê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" hatibû girtin.
Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bertek nîşanê mijarê dabû. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî der heqê Topuz de daxuyaniya "Kesê navborî yê ku di 25ê îlona 2017an de ji ber sûcên bi terorê re têkildar hat binçavkirin û pişt re hat girtin hem di lîsteya fermî ya personelên qeydkirî ya Serqonsolosxaneya Amerîkayê de nîne hem jî xwediyê tu muafiyeteke dîplomatîk an jî konsuler nîne." dabû.