BRUKSEL
Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Brukselê bi rojeva Iraq û Rûsyayê civiyan. Wezîrên YEyê li ser mijarên astengkirina firotina neftê ya bi destê DÎŞIyê, çekşandina ji bo pêşmergeyan û alîkariya ji bo Kurdistana Iraqê, li hev kirin.
Wezîrên YEyê êrîşên DÎŞIyê şermezar kirin û gotin ku li Iraqê rewşa merivan her ku diçe xerab dibe.
Di encama civînê de hat destnîşankirin ku alîkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo hikûmeta Iraqê û pêşmergeyan ciyê kêfxweşiyê ye û hat gotin ku têkoşîna li dijî terorê peywireke navneteweyî ye.
Wezîrên karên derve yên YEyê di serî de ji ber piştgiriya Îngiltere, Fransa, Holanda û hin dewletan a ji bo Kurdistanê kêfxweşiya xwe destnîşan kirin.