BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) da zanîn ku ji bergiriyên nû yên hikûmeta Tirkiyeyê yên ku armanca wê ji nû ve xurtkirina pêvajoya çareseriyê û temînata berdewamiya agirbesta berdest e, kêfxweş e.
Nûnera Bilind a Polîtîqayên Ewlehiyê û Wezareta Karên Derve Catherîne Ashton û Endamê Komîsyona YEyê yê ku ji Polîtîqaya Cînarî û Berfirehbûnê Berpirsyar e Stefan Fule daxuyaniyeke hevpar a nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê qanûna nû ji bo hevdîtinan bingeheke qanûnî ya bihêztir pêk bîne û dibe ku piştgiriyeke erênî bide îstiqrar û mafên mirovan a li Tirkiyeyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "YE piştgirî dide hemû hewldanên der barê aştiya mayînde".