14 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
PEKÎN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirinê ya "Korbenda Kember û Rê" ya ku li Navenda Olîmpiyatê ya Pekînê ya Navenda Kongreya Neteweyî ya Çînê hat lidarxistin da axivî.
Erdogan got planên binesaziya welatên li ser vê korbend û rêyê ne heke baş bên amadekirin rêyên bejahiyê, behrê û esmanî yên di navbera parzemînan de wê pêşva herin.
Serokomar Erdogan anî ziman ku heke bazirganiya di navbera welatên li ser vê rêyê pêşva here, di gumrukê de hevkarî çêbibe û veberhênan bên teşwîqkirin ev proje wê serkeftî bibe.
Erdogan got ku di nav vê projeyê de li giştiyê dinyayê ji 60î zêdetir welêt hene û wiha axivî: "Projeya Rêya Hevrişimê ya Nû li ser qadeke 40 milyon kîlomêtroqereyî û ji nifûsa dinyayê jê 4,5 milyaran di xwe de dihewîne, ji ber vê pir girîng e."
"Em dixwazin digel Çînê û welatên din ên li ser guzergahê tevbigerin"
Erdogan got ku di vê qonaxê da peywendiyên aborî û bazirganiyê di navbera Asya û Ewropayê da xurt û kûr dibin û wiha got, "Navenda giraniya aboriya dinyayê li gorî hinekan salane 60 kîlomêtro, li gorî hinekên din jî salane 120 kîlomêtro ber bi rojhilatê bi awayekî bilez dişiqite."
Erdogan bal kişand ku qebareya bazirganiya di navbera Ewropa û Çînê da gihîştiye 600 milyar dolarî û ev reqam bi serê xwe vê yekê piştrast dike.
Erdogan diyar kir ku Tirkiye di navbera Asya û Ewropayê da wekî pirekî ye û ji ber erdnîgariya xwe ya taybet yek ji wan welatên herî girîng ê cografyaya Rêya Hevrîşmê ye û wiha pê da çû:
"Hewldana Çînê ya korîdora aboriyê li Projeya Korîdora Navînî ya ku armanca wê ji ser welatê me pevgirêdana Ewropa û Asyaya Navîn û herwiha Çînê ye, tê. Herwekî tê zanîn Korîdora Navînî, projeyeke rêya bazirganiyê ye ku ji Tirkiyeyê ber bi Gurcistan, Azerbeycan û ji wir jî ji ser Behra Xezerê derbasî Tirkmenistan, Kazakistan û Ozbekistanê dibe û herwiha Efxanistan û Pakistanê jî di nava xwe da dihewîne. Di vê çarçoveyê da em dixwazin digel Çînê û welatên din ên li ser guzergahê tevbigerin."
Erdogan bal kişand ku Projeya Rêhesiniya Baku-Tiblîs-Qersê wê di nava çend mehan da kuta be û bi vî hawî beşeke girîng a Korîdora Navînî jî wê temam be.
Erdogan destnîşan kir, mebesta Projeya Karwanserayê ku wan ji bo tevkariya navbera gumrikan çêkir, lezûbezkirina bazirganî û xizmetan e û wiha dewam kir:
"Marmaraya ku parzemîna Asya û Ewropayê bi hev va girê dide, Pira Yavuz Sultan Selîm ku di 26ê tebaxa 2016an da ji bo xizmetê vebû, Tunêla Avrasyayê ku di 20ê berfanbara 2016an da vebû û balafirgeha ku çêkirina wê li Stenbolê dewam dike û Pira Çanakkaleyê ku çêkirina wê dest pê kir ji aliyê binesaziya gîhandinê ya projeyê va gavên din ên pir girîng in."
Erdogan diyar kir, çêkirina lîmanên Zonguldak Fîlyos, Îzmir Çandarli û Mêrsînê jî şaxa behrê ya projeyê pêk tîne û di nav xebatên girîng da cih digre.
Erdogan got ku projeya Rêhesina Trêna Bilez a navbera Edirne-Qersê jî dîsa ji projeyên girîng ên Tirkiyeyê ye û ji ber ku ew vê projeya dîrokî bi Çînê ra çêdikin, ew kêfxweş in.
Serokomar erdogan diyar kir ku li gor wî ev proje wê ji bo her kesî mifadar be û bi taybetî jî wê ji bo dijayetî têkbirina terora ku li dinyayê xurt dibe, bibe hewleke baş.