Cîgirseroka Koma HDPê Pervîn Bûldan got: "Pêvajoya guftûgoyan ev demek bû ku sekinîbû. Duh şandeya me di Lijneya Çareseriyê de bi rayedaran re hevdîtin kir û di encama hevdîtinan de wisa hat fehmkirin, pêvajoya çareseriyê ji merheleya ku gihiştiyê, dê berdewam bike û em dixwazin ku vê yekê diyar bikin."
Bûldanê bi Cîgirserokê Koma HDPê Îdrîs Balûken û Parlementerê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de asta ku pêvajoya çareseriyê tê de ye, ji bo çareseriyê bendewariyên şandeya wan çi ne û ji bo çûndina Îmraliyê serî li Wezareta Dadê xistibûn hat bibîrxistin.
Hat ragihandin ew daxuyanî û nirxandinên ku ji hêla hikûmetê ve di nav hefteyekê de hatin kirin jî ji nêz ve ji aliyê şandeya HDPê ve hatin şopandin. Bûldanê wiha got: "Ji ber nirxandinên bêkêr ên ku Berdevkê Hikûmetê pêr piştî civîna Lijneya Wezîran parve kir, vê daxuyaniya me hewce kir. Astengkirina çûyîna şandeya me ya girava Îmraliyê ji bo hevdîtinên ku bi birêz Ocalan re tên kirin dê bibûya sedema pirsgirêkan. Ji bo ku rê li ber vê yekê neyê vekirin me wek şande bi awayekî fermî serlêdana xwe kir û amadehiya xwe nîşan da. Lê ew daxwaz û kirinên me yên ji dil û can wisa tê xuyakirin ku ji hêla hikûmetê û rayedarên hikûmetê ve nehat fehmkirin. Ew hewl û xebatên aştiyê yên ku şandeya me ji ber berpirsyariya gelê xwe didomîne lê bersiva ku hikûmetê da şandeya me û partiya me zimanê mûdaxelekirin û neçareserkirinê ye. Ew ziman û rexneyên tund ên ku tên kirin ji bo pêvajoya çareseriyê hebakirina dem û xebatan e."
Bûldanê diyar kir ku di şûna zimanê tund de divê zimanekî ku bi kêrî pêvajoya çareseriyê tê divê bê bikaranîn û li ser hevdîtinên bi Ocalan re bila rojevên pûç neyên avakirin û wiha pê de çû: "Ev bangewaziya me Serokwezîr di serî de ji bo hemû rayedarên dewlet û hikûmetê ye. Em wisa hêvî dikin vê daxwaza me ya ji bo aştî û demokrasiyê baş bê fehmkirin û ziman û tevgereka di çarçoveya vê daxwazê de bê bikaranîn."
Hat pirsîn ku hûnê kîngê biçin Îmraliyê û di heyetê de dê guherîn çêbibin an na? Ji bo vê pirsê jî Parlementerê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder wiha bersiv da: "Birêz Ocalan ev şande eşkere kir û tayîn kir. Ji bilî Ocalan tu kes nikare mudaxeleyî vê şandeyê bike. Mudaxeleyeke wisa ne birêz Ocalan, ne em û ne jî partiya me qebûl dike."
Di hevdîtina ku duh hat kirin de bi kê re bû û çi hat xeberdan? Onder ji bo vê yekê jî wiha got: "Ev dê ji nirxandinê re vekirî bin. Ji bilî vê divê vîneke hevpar a ku bi kêrî aştî, demokrasî û pêvajoya çareseriyê bê bi rûmettir e. Di hin xalan de me her du hêlan jî qala heman rastiyan dikir lê di hin mijaran de em û wan hê jî wek hev nafikirin. Jixwe pêvajoyên aştiyê jî ev in, lewra sazî û zilamên ku di her mijarê de li hev dikin hewcedariya wan û bi guftûgokirinê re tuneye. Sernavên ku li ser nîqaş hene helbet wê hebin."