ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der heqê teqînên ku di avahiyên HDPyê yên li Mêrsîn Edene û Seyhanê qewimîn de wiha got:"Ev kirin esil ji hêla kê ve, bi kîjan armancê hat kirin û bi kêrî kê hat. Heta îro gelek êrîş hatin kirin. Êrîşî ser avahiyên HDPyê hatin kirin û êrîşîkar di demeke kurt de hatin girtin. Armanca êrîşan û ji ber çi sedemê hatibûn kirin jî derketibûn holê. Li vê derê weke ku AK Partiyê van êrîşan kiribe, bi kêrî wê tê, dixwazin bikin stûyê AK Partiyê, Serokwezîr û Serokomarê me. Ev nêrîneke nexweş, beredayî û pir bêrûmet e."
Akdogan beşdarî bernameya televizyona TGRT Xeberê bû û mijarên ku di rojevê de ne nirxand.
Li Edene û Mêrsînê di avahiyên HDPyê de teqîn pêk hatibûn û Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî gotibû: "Emê bersivê nedin êrîşên AKPyê." Ev mesele ji Akdogan hat pirsîn û wî jî ragihand ku bûyerên terorî yên wiha bi mexsedên siyasî tên kirin.
Alîkarê Serokwezîr destnîşan kir ku AK Partî heta îro tevlî tundiyê nebûye û wiha pê de çû: "Yanî binêrin heta îro qet eleqeya AK Partiyê bi tundiyê re çêbûye? Qet hêvî ji terorê, ji tundiyê kiriye. Yanî li Tirkiyeyê saziyekeke ku ji tundiyê sudwerdigire û siyasetê bi şîdetê tevlîhev dike heye û ew jî HDPye. Li holê rêxistneke biçek heye. Ev jî rêxistina terorê ye. Têkilitya te bi wê re heye. Dema qala van tiştan dikî divê meriv şerm bike. Tu rêxistineke terorêyî û qet şerm nakî ji wê derê xeberdidî."
"Qendîl û HDP bi heman şêweyê diaxivin"
Akdogan, bi bîr xist piştî teqînên ku di avahiyên HDPyê de qewimîn ew bûyerana şermezar kir û wiha pê de çû: "Dema tiştên wiha diqewimin partiyên siyasî ji hevdu re dibêjin 'derbasî be' bi vî awayî bersiv nadin. Ev jî nîşan dide ku ji çanda demokratîk qet parekê hilnedane. Me got ku em bûyerê şermezar dikin. Li hemberî kîjan partiyê dibe bila bibe em êrîşên wiha weke ku li ser demokrasiyê hatibin kirin dibînin. Dewlet jî bi hemû saziyên xwe ve wê bi ser vê meseleyê de biçe û tiştên ku hewce dike jî wê bike û heta îro kiriye jî. Qendîl û HDP bi heman şêweyê diaxivin. Li holê saziyeke siyasî ya ku bi tevahî di bin emr û fermanê rêxistna terorê de ye heye. Kî çek û bombeyan tîne Tirkiyeyê? Rêxistin ji kampanyaya HDPyê perçeyeke. Rêxistin bi merîfeta terorê ve kampanyayekê dimeşîne. Însanan yek bi yek tehdît dikin."