27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ANKARA
Berdevkê Partiya Demokrata Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen diyar kir ku referandûma guherîna destûra bingehîn wekî dengdayîna rewşa derasayî dibînin û got ku "Heke bi israr bin ku dewam bikin em jî dê rewşa derasayî ji gel bipirsin."
Bîlgen di civîna çapemeniyê ya partiya ku li navenda giştî ya partiya xwe li dar xist de der heqê pêvajoya referandûmê ya der barê guherîna destûra bingehîn û geşedanên siyasî de nirxandin kirin.
Bîlgen diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nirxandinên wekî di OHALê de kirina referandûmê dibe ku bingeheke rehet amade bike hene û wiha axivî: "Em Tirkiyeyê bixin nav rewşa derasayî ya daimî, bila ji niha pê ve hemû hilbijartin bi awayekî hêsan bên kirin. Tişteke wiha nabe. Rewşa derasayî hemû civakê, aboriyê, ewlehiya hilbijartinê, demokratîkbûnê, mafan, azadiyan tehdît dike. Ev li her heyam û her derê dinyayê wiha ye."
Bîlgen îdia kir ku di heyama rewşa derasayî de aboriya Tirkiyeyê jî ber bi xirabûnê ve çû û wiha axivî:
"Tevbîrên ku tên hildan polîtîkaya faîzê ya Bankaya Navendî jî di nav de yek bi yek têk diçin. Êdî bi van tevdîran, bi van verastkirinan bêfonksiyoniya van mekanîzmayan derdikeve holê. Çareserkirina pirsgirêkan deynin aliyekî dê pişt re dê tu mekanîzma nemînin ku îhtimala çareserkirina pirsgirêkan hebe û ev yek jê bê hêvî kirin."
- "Em ê bi helwesta em di nexêrê de bikevin pêşbaziyê rêya xwe diyar bikin"
Bîlgen got wisa bawer dike gel ji bo ku dahatûya xwe bi xwe diyar bike çi bikeve ser milê wî dê bike û wiha axivî:
"Em kampanyaya xwe ya referandûmê wekî dengdayîna rewşa derasayî dibînin. Heke bi israr bin ku dewam bikin em jî dê rewşa derasayî ji gel bipirsin.Em ê bipirsin ku 'Gelo hûn deng didin mekanîzmayên ku bi awayekî kêyfî bi dehhezaran mirovî bêyî ku tu delîlîên berbiçav hebin, tu lêpirsîn bên kirin, tu pêvajoyên darazê bên kirin pêşî ji kar avêt û pişt re dnîn pêşiya wan û tu fonksiyonên wan tunin, an na'"
Bîlgen got ku dest bi ziyaretkirina rêxistinên pîşeyan û sendîkayan kirine û li ser van mijaran disekinin û got ku "Em civînên maseya gilover dikin. Di van civînan de guh didin pêşniyazên wan, hêviyên wan ên ji HDPê. Em ê bi helwesta 'nexêra her kesê jê re ye' û 'em di nexêrê de bikevin pêşbaziyê' rêya xwe diyar bikin."
Bîlgen da zanîn ku dê ji bo kampnayaya 'nexêrê' di 31ê kanûna paşîn a 2017an de bi rêxistinên civakî yên sivîl ên cuda re li Diyarbekirê deklerasyonek biweşînin û bi vê yekê re dê bi awayekî fiîlî kampanyaya xwe ya li bajêrên ku herî zêde ji wir deng sitandin bidin destpêkirin.
Bîlgen bersiva pirsên rojnamevanan jî da û li ser pirsekî diyar kir ku di kampanyaya 'nexêr' de asayî ye ku bi partiyên din re bên bal hev.
Bîlgen got ku "Heke em li heman welatê bijîn tiştekî ku mirov kêfxweş dike ku yek bi yekê din re bixuyê, aliyekî civakê bi aliyekî din ê civakî re li gel hev be, ev ne tişteke wisa ye ku mirov jê bitirse, bertek nîşanê wê bide. Îdeolojiyên cuda, baweriyên cuda, nasnameyên cinsî yên cuda, zimanên cuda, çandên cuda hene. Di vê rewşê de di siyasetê de jî, li kolana jî di nav jiyanê de gotineke ku li ser 'Ew bi wî re dixuyê' hatiye avakirin, gotinek wekî zimanekî dabeşker, ciyawaz dibînin."