11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, daxuyaniya rêxistina terorî PKK/PYDê ya der barê rabûna balafirên cengê ji binkeyeke asîmanî ya herêmê derew derxist û got ku tu bingeheke îddiayên wisa tune.
Dîzeyî di daxuyaniya xwe ya li ser malpera resmî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand ku îddiaya PYDê cihê pêkeniyê ye û ji ciddiyetê dûr e.
Dîzeyî di beyannameya xwe de wiha got: "Em îddiayên wisa bi tundî red dikin. Herwiha em dibêjin ku ev asta nexweşiya nivîser û nivîsê jî nîşan dide. Wisa diyar e ku cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine. Eger ne wisa ba, bila bibêjin ka gelo binkeya asîmanî li Herêma Kurdistanê heye? Lê belê xuya ye ku serê wan bi yekcarê tevlihev bûye."
Di daxuyaniyê de Dîzeyî bal kişand ser îddiaya PYDê û wiha got: "Beyannameya ji aliyê saziya ku navê Desteya Bergirî û Parastina Xweyî li xwe kiriye û ser bi Kantona Cizîrê ye Herêma Kurdistanê tometbar dike. Di beyannameyê de tê îddiakirin ku 3yê vê mehê balafirên cengê ji binkeya asîmanî ya Herêma Kurdistanê rabûne û navçeya Til Eloya ser bi Cizîrê bomberdûman kiriye."