08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
ANKARA
Alîkarê Sekreterê Giştî û Berddevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: "Hê ku pêvajoya hiqûqî ya îadekirina FETOyê dewam dike, mimkun e hin tedbîr bêne hildan, me ev ragihand meqamên Amerîkayê. Ji evana hinek biryarên îdarî ne, îla biryara darazê ya hiqûqî hewce nake. Birêz Trump jî got ku ew giringiyê didine vê mijarê û xebatên ku hewce dikin wê tavhal bidine destpêkirin, helbet em ê jî şopînerê vê mijarê bin."
Kalin beşdarî bernameya zindî ya NTVyê bû û li vir pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Hat bibîrxistin ku piştî pêvajoya Astanayê îdiaya "pêşnumaya destûra bingehîn" derketiye holê û pirsa fikr û ramanên Kalin ên di vê mijarê de hat kirin. Kalin wiha xeberda: "Mimkun nîne ku em wan qebûl bikin. Me pêvajoya Astanayê bi şefafî birêve bir. Di hevdîtinê Birêz Pûtîn ên bi Birêz Serokomarê me re çarçoveya vê mijarê hat xêzkirin."
Kalin wiha dewam kir: "Me got wê PYD di hevdîtinên Astanayê de tune be, lewra PYD rêxistineke terorê ye, herwiha ev jî pêk hat. Ji ber vê yekê geşedanên din û pêşniyazên an teklîfên din ên di vê mijarê de perçeyek ji pêvajoya Astanayê nînin. Wê hevdîtinên Astanayê di çarçoveya prensîbên ku di destpêkê de hatin danîn de dewam bike. Di wê mijarê de teredut tune ye."
-"Emê bi Washington û welatên din ên li herêmê re hevdîtinan bidomînin"
Kalin got ku di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Trump a duh êvarê de jî ev mijar hatiye rojevê û wiha pê de çû:
"Bi teybetî li gorî gotina Serokomarê me 'divê herêma ji terorê hatiye paqijkirin a ewledar bê avakirin', bi saya vê wê him pêşî li milteciyan bê girtin him jî ev ji tedbîrên sereke yek e. Ya rast ev ji bo sûriyeyî vegerin bajarên xwe jî çareseriyeke maqûl e. Niha Trump di vê mijarê de hin daxuyanî belav kirin."
-"Bendewariya me pir eşkere û safî ye"
Kalin li ser pirsa "Gelo Serokomar derbarê îadekirina Fetullah Gulenê serkirdeyê FETOyê de bi Serokê DYAyê Trump re axivî an na?" wiha got:
"Ji mijarên duh li ser axivîn yek jî ev bû. Bendewariya me ya di vê mijarê de pir eşkere û safî ye. Berî her tiştî divê ev Serkirideyê terorê radestî Tirkiyê bê kirin."