ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) Egemen Bagiş daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku di medyaya nivîskî û dîtbar de û di înternetê de der barê min de nirxandinên qirêj û niheqiyên mezin tên kirin û wiha got:
"Tiştên ku tên gotin û nivîsandin bi temamî derew in û spekulatîf in. Senaryonên ku tên nivîsandin bi temamî derew in, xeyalî ne û perçeyekî komployên bêbext in."
Bagiş destnîşan kir ku dixwazin projeyeke siyasî pêk bînin û wiha dewam kir: "Komara Tirkiyeyê dewleteke mezin û bihêz e. Yên ku ji hundir û ji derve dewleta me wekî dewleta çadirê dibînin û van senaryoyên qirêj dixwazin pêk bînin dê pêşberî hiqûqê û ji gel bersiva xwe bigirin. Wekî gotina 'rast nebe jî nav li ser dimîne' bi sûcdarkirinên bêbingeh dixwazin sûîqastên siyasî û qetlîamên şexsî bikin. Lê dê bibînin ku dewlet dewletbûna xwe û hikûmet jî hikûmetbûna xwe bicih bîne."