ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Kûrtûlmûş diyar kir ku dîmenên ku di çapemeniya civakî de digerin gilîdar bûye û ji xêncî vê doza ceza û tezmînatê jî vekiriye.
Kûrtûlmûş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Şeva din li ser çapemeniya civakî îftirayeke gelekî nexweş li min hat kirin. Ber êvarê hayê min pê ket. Lê derket holê ku ev dîmenên tên belavkirin ji fîlmeke pornoyê hatiye girtin û her kes pê hesiya ku ev yek îftirayek e. Ev tişta pêşiyê wek tiştên nexweş û xirab dihat xuyanê, lê di demeke kin de bi xêrê dawî bû û her kesî dît ku dîmen yên min nînin."
Kûrtûlmûş got ku wî bawer dikir ku di demeke kurt de rastiya vê îftirayê dê derkeve holê û wiha axivî: "Ber êvarê hayê min pê ket. Bi rastî ev îftirayên qirêj teze derketibûn holê. Ez keniyam û derbas bûm. Ev qas zora xîretullah jî diçe, ji serî heta niha min bi dîqqet pêvajo şopand. Lê min bawe dikir ku rastiyên derkevin holê. Di halê hazir de siyaset gelekî qirêj bûye, ez spasiya wan kesan dikim ku bawer kirin ev yek ji bo şexsê min îftirayeke. Lê ev sûc giran e, dê ji wan kesên ku ev suc kirin, weşandin û bi çavbirçîtî xwestin nûçe."