Di nûçeyeke ku hat belavkirin de cih dan gotina Erdogan a ku gotibû welatiyan li ser sindoqê "Şeqama Osmanlî" li muxalefetê xist.
Washingtonpostê jî bi sernava "Partiya Serokwezîrê Tirkiyeyê di hilbijartinên herêmî de bû yekemîn" ve da û dîsa li ser heman rojnameyê hat gotin ku "digel skandala gendelî û giliyan" AK Partiyê hilbijartina herêmî bi awayekî hêsan qezenc kir.
ABC Newsa ku nûçeya APyê bi kar anî jî diyar kir ku Erdogan "teqez bi ser ket"
Bloombergê jî di nûçeya xwe de destnîşan kir ku Erdogan di hilbijarinên herêmî de bi ser ket.
Wall Street Joûrnalê jî bal kişand ser serkeftina Erdogan û da zanîn ku ji bo hilbjartina Serokomariyê pêşiya Erdogan zêdetir vebû.
New York Tîmesê jî di nûçeya xwe de diyar kir ku Serokwezîr Erdogan digel bi tevgerên xwe yên li dijî bûyerên Parqa Geziyê û jêpirsînên gendeliyê hilbijarina herêmî qezenc kir.
Los Angeles Tîmesê jî di nûçeya xwe de bilêv kir ku AK Partiyê bi awayekî gelek serkeftî bi pêş ket.
Kovara Tîmeyê jî hilbijartinên herêmî bi sernava "Serkeftina AK Partiyê ya bi biryar" ve da.