Muhammet Kurşun
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdariya Zîrweya G20ê bi balafira taybet TURê seet 20.55an gihîşt Hamburga Almanyayê.
Erdogan li Balafirgeha Hamburgê ji aliyê berpirsan ve hat pêşwazîkirin.
Digel Serkomar Erdogan xanima wî Emîne Erdogan, Cîgirê Serokwezİîr Mehmet Şimşek, Wezîrê Yekîtiya Ewropa Omer Çelik, Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekçi, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siriştî Berat Albayrak û Cîgirê Serokê AK Partiyê Mehdi Eker jî çûn Almanyayê.
Erdogan berî zîrweyê ku dê În û şemî birêve biçe digel berpirsên saziyên navneteweyî û hin serokan re hevdîtinan bike.
Di vê çarçoveyê de dê îşev teqrîben seet 21.30 û 22-15an de li Otêla Kempinski Atlantikê bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re civîneke girtî bike.