Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro bi Şansolyeya Komara Federal a Almanyayê Angela Merkelê re li ser têlefonê xeberda.
Li gorî agahiya ku ji jêderên Serokomariyê hat wergirtin, di axaftinê de koça dereqanûnî, drama penaberên sûriyeyî, kêşeya Sûriyeyê û rageşiya ji ber midaxeleya li Mescida Eqsayê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan da bibîrxistin ku Tirkiye aniha bêyî cudahiya dînî û nijadî mazûvaniya zêdetirî 2 milyon sûriyeyî û iraqî dike. Erdogan bal kişand hewce ye ku di serî de YE civata navneteweyî di warê parvekirina barê penaberan de demildest gavê bavêjin.
Şansolye Merkelê jî destnîşan kir ku hewldanên Tirkiyeyê cihê xwe yê pîrozkirinê ye û wiha pê de çû, "Piştî geşedanên dawîn heya dawiya salê hejmara penaberên ku dê werin Almanyayê dibe ku bigehêje 800 hezarî. Hewce ye ku welatiyên Ewropayê yên din bêtir berpirsiyariyê werbigirin. Ji bo ku koç bi awayekî rêk û pêk, pêk were diyaloga bi Tirkiyeyê re jî girîng e."
Merkelê ji ber hewla Tirkiyeyê ya li dijî rêxistina terorê DAEŞê jî spasiyên xwe îfade kir.
Erdogan bal kişand ku rêxistina terorê PKK li hin welatên Ewropayê dikare xwe bihewîne û ev jî cihê xwe yê tengezariyê ye.
Merkelê jî got ku PKK li Almanyayê wekî rêxistineke terorê tê naskirin û di vî warî de deriyê wan li ber her hevkariyê vekirî ye.
Di hevdîtinê de bal hat kişandin ji bo ku li Sûriyeyê kaos bi dawî bibe, çareseriyeke siyasî şert e.
Serokomar Erdogan ji Şansolye Merkelê re got ku di rojên dawîn de hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê li Qudsê li dijî Herêma Şerîf mafan binpê dikin û ev jî dibe sedema rageşiyê. Erdogan bal kişand ku Îsraîl agir gur dike û li ser vê mijarê hewce ye ku civata navneteweyî bêtir baldar be û dest bavêje meseleyê.
Şansolye Merkelê jî diyar kir ku Almanya ji nêz ve rûdanên navborî yên xeternak dişopîne.