Navenda Hişyariya Tsûnamiya Pasîfîkê hişyar kir ku piştî erdheja 8,3an dibe ku tsûnamî li peravê xe.
Hikumeta Şîliyê ragihand 5 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek mal û kargeh zirar dîtin. Ji ber îxtîmala tsûnamiyê gel ji herêmê ten tehliyekirin.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê li 228 kîlometre bakurê rojavayê Santiyagoyê 5 kîlometre di bin erdê de çêbû.
Li welêt di erdheja 2010an de bi lerza 8,8 erdhej çebibû û di erhejê de ji 500î zêdetir kes miribûn.
Her wiha erhej li Buenos Airesa paytextê Arjantînê jî hat hîskirin.