ÎSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Dibistana Saffet Çebiyê ya li Uskudarê dengê xwe da.
Piştî dengdayînê Erdogan daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî:
"Agahiyên ku heta niha nîşan didin ku beşdariya hilbijartinê dê zêde bibe. Bi rastî jî heta niha di qadan de gotinên nebaş hatin gotin. Gelê me dê hemû rastiyan bibêje. Hemberî van axaftinan gel dê biryarê bide. Li gor min gel çi bibêje ew e."