ANKARA (AA) - Serokê Giştî yê BDPê Demîrtaşê îro dê here DYAyê.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Giştî ya BDPê di ziyareta DYAyê de Alîkarê Serokê Giştî Nazmî Gur jî bi Demîrtaş re dê here.
Hat diyarkirin ku Demîrtaş û Gur di konferansa ku Nûneriya BDPê ya Washingtonê di 28ê cotmehê de li dar bixe de bêjekar in. Konferansa ku dê li kulûba çapemeniya neteweyî de bê lidarxistin û siyasetmedar, rojnamevan û akademîsyenên DYAyê jî dê beşdarî konferansê bibin. Di daxuyaniyê de der heqê konferansê de wiha hat gotin:
BDPyê 29 û 30yê cotmehê de bi Alîkara Wezîrê Karên Derve ya DYAyê Victoria Nuland û nûnerên Hikûmeta DYAyê re hevditnan bike. Nûnerê BDPê yê Washingtonê Mehmet Yuksel jî beşdarî hevdîtinan bibe. Lijneya BDPê yê Balyozê Tirkiyeyê yê DYAyê Namik Tan jî ziyaret bike. Lijneya BDPê, piştî qedandina hevdîtinên li Washingtonê, li San Francisco û Los Angelesê dê beşdarî civînên gel bibe. Civînên gel ji alî komeleyên civakî yên kurdan ve tên lidarxistin.
Hat ragihandin ku lijneya BDPê di 4ê mijdarê de dê vegere Tirkiyeyê.