ISPARTA
Li Îslamkoyê li ber Mizgefta Şehrîban Xatûnê nimêja cinazeyê Serokomarê 9emîn ê Tirkiyeyê Suleyman Demirel hat kirin û paşê jî cinazeyê wî li Girê Çalcayê hat definkirin.
Cinazeyê Demirel duh bi balafira eskerî ve anîn Ispartayê û ji wê derê jî bi wesaîtê ve anîn gundê Îslamkoya ku Xwedê wî li wê derê dabû.
Nimêja cinazeyê Demirel herî dawîn li Mizgefta Şehrîban Xatûnê hat kirin û doxtora wî ya taybet Aylîn Cesûr û biraziya wî Nîhan Demirel Atasagun amadehiyên dawîn ên ku ji bo definkirinê, kontrol kirin.
Beriya ku cinazeyê Demirel bê definkirin av û pelên gulan bi derdora gora wî de kirin û postereka wî ya mezin a ku bi forsa serokomariyê kişandiye jî li qadê hat daliqandin.
Piştî ku wesaîta cinaze hat ser Girê Çalcayê Mangaya Merasima Alaya Muhafizan a Serokomariyê hildan û Aylîn Cesrê jî şewqeyê wî yê fotr ji ser mihafe rakir û piştî definkirinê şewqe danî ser gora Demirel.
Ji bo ku definkirina cinazeyê Demirel neyê dîtin eskeran li texma gorê alayeke mezin a Tirkiyeyê vekirin û di nav diayan de cinazeyê wî hat definkirin. Welatî û endamên protokolê yên ku beşdarî merasimê bûn xwelî avêtin ser gora Demirel.
Av û xweliya ku ji hin bajar û bendavan anîbûn jî avêtin ser gora Demirel.