Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Mixabin xeletiyeke wekî xeletiya ku duh di mijara rejima Şamê, pişt re jî di mijara DAEŞê de hat kirin, îro di mijara PYDyê de tê dubarekirin. Tu çareseriyên ku ne li gor dîrok, sosyolojî û demografiya herêmê bin, ser de jî lêferzkirin ne mimkûn e ku aştî û aramiyê bînin vê erdnîgariyê. Em ne ji bo çareseriya komeke etnîk û baweriyê ji bo çareseriyeke ku maf û hiqûqa her kesê ku wir dijî dide ber çav, dixebitin."
Serokomar Erdogan li Navenda Hêwirînê ya Mîdyatê ya ku AFADê ava kir bi penaberan re fitara xwe kir. Di bernameya fitarê ya ku Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî beşdar bibû de Erdogan xitabî penaberan kir. Erdogan xwest ku remezan bibe wesîleya gihaştina malbat û hezkiriyên wan.
Erdogan got ji Xwedê dixwazin wekî ku gihand remezanê bila bigihêjîne Cejna Remezanê jî û wiha axivî: "Ez ji Xwedê dixwazim ku ev remezan bila bibe remezana dawîn a ku we ji mala xwe dûr derbas kir. Hûn ji bo me mûhacir in. Em jî wek ensar hewl didin ku bi eşq û kelecaniya Medîneyê li birayên xwe yên mûhacir xwedî derkevin. Di çanda me de mêvan bereket e, kêfxweşî ye. We bereket anî, bi hebûna we em serbilind in."
Erdogan destnîşan kir ku hin welat keştiyên penaberan nêzî sînorên xwe nakin û mesûmên di nav wan keştiyan de li ber çavan di nav ava Ege û Behra Spî de dixeqinin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li gor me kirina welatên ku tenê û tenê gumrahî û aramiya gelên xwe wek hincet nîşan didin û destên ku bi daxwaza arîkariyê hatin dirêjkirin paş de vedigerînin, sûcê mirovahiyê ye. Tu welat dema ku xwe û gelê xwe ji derve girt nagihêje ewleh û gumrahiya ku dixwaza. Dewletên ku deriyên xwe ji bo penaberan venakin ji bo ku piştgirî nedin barê ku Tirkiyeyê daye ser sitûyê xwe direvin. Niha li welatê me 2 milyon penaber hene, di temamiya Ewropyaê de ev jimar 200 hezar jî tune."
Erdogan got ku "Ma Ewropa ji aliyê aboriyê ve ji me hêzdartir nîne? Gelo mafên mirovan li ku man? Ka li ku ye ligel mezlûm û mexdûran cî girtin?" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em tu carî nakevin wê tirsê û gepa dawîn a nanê di mala xwe de bi birayên xwe re parve dikin lê belê ev pirsgirêk pirsgirêka hemû mirovahiyê ye. Di mijara arîkariya mirovahiyê ya Sûriyeyê û li Misrê di mijara demokrasyiê de di serî de rojava sicîla hemû dinyayê xira bû."
Erdogan destnîşan kir ji bo ku li Iraq û Sûriyeyê pirsgirêk bi rêya aştiyê bên çareserkirin ji serî heta niha ji dil hewl didin û wiha axivî: "Me ji serî de hişyariyên xwe dan birêvebiriyên Bexda û Şamê. Her wiha me di serî de Neteweyên Yekbûyî, NATO û Yekîtiya Ewropayê lu hemû platformên navneteweyî yên ku wir em xwedî gotin in, qal kir ku ev geşedan dibe ki bibin sedemê çi."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku xeletiyeke wekî xeletiya ku duh di mijara rejima Şamê, pişt re jî di mijara DAEŞê de hat kirin, îro di mijara PYDyê de tê dubarekirin. Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tu çareseriyên ku ne li gor dîrok, sosyolojî û demografiya herêmê bin, ser de jî lêferzkirin ne mimkûn e ku aştî û aramiyê bînin vê erdnîgariyê. Em ne ji bo çareseriya komeke etnîk û baweriyê ji bo çareseriyeke ku maf û hiqûqa her kesê ku wir dijî dide ber çav, dixebitin. Lêferzkirinên etnîk û mezhebî tenê dibe sedem ku bêtir xwîn birêje û bêtir bûyerên dilsoj biqewimin."