ANKARA
Şûraya Leşkerî ya Bilind di bin serokatiya Serokwezîr Erdogan de, li Baregeha Serokatiya Sererkaniyê li hev civiya.
Ji bilî Erdogan Serokê Sererkanê Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hayrî Kivrikoglu, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Murat Bîlgel, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Mehmet Erten, Fermandarê Cendirmeyan yê Giştî Orgeneral Bekîr Kalyoncu, Serokê Sererkaniyê yê Duyem Orgeneral Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Bejayî yê Perwerde û Doktrînê Orgeneral Servet Yoruk, Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Yalçin Ataman, Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Galip Mendî, Fermandarê Artêşa 3yemîn Orgeneral Ahmet Turmuş û Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Abdullah Atay, Wekîlê Fermandarê Sîtolê Koramîral Bûlent Bostanoglu beşdarî civînê bûn.
Di şûrayê de wê li ser mijarên bilindkirina rûtbeyên general, amîral û serhengan, dirêjkirina dema wezîfeya wan û teqawîdbûna wan û hin mijarên din bê sekinandin.
Civîna YAŞê wê di 3ê tebaxê de xilas bibe. Biryarên di civînê de hatine dayin wê pêşkeşî Serokomar Abdullah Gul bên kirin û pişt re wê bi gel re bên parvekirin.