ANKARA
Endamên Şûreya Leşkeriyê ya Bilind di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de çûn ziyareta Anitkabîrê.
Serokwezîr Erdogan li ber Rêya Şêran ji hêla fermandaran ve hat pêşwazîkirin. Şandeyê bi gewzeguleke ku li ser "Endamên YAŞê" nivîsandî ve di Rêya Şêran de meşiyan û li ber tirba Atatûrk rêz girtin.
Erdogan deftera Anitkabîrê ya taybet îmze kir û li ser wiha nivîsî: "Welatê me, ji bo ku di erdnigariya wê de aşitî, aramî û îstikrar hebe, hewl dide. Em di aresteyî wicdan û berpirsyariya ku dîrok ji me dixwaze de hewleke mezin û dilsoz didin ku şer û pevçûnên li herêma me bi dawî bibin û biratî pêk bê."