Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di komcivîna partiya xwe ya li TBMMyê de axivî. Serokwezîr Davutoglu got "Xwedê rehma xwe li Yaşar Kemalê ku nivîskarekî xurt û samîmî yê wêjeya me bû, bike. Serê malbata wî û xanima wî ya muhterem sax be. Wek zarokekî Torosê tama entellektuel a ku min hêj ji heyamên dibistan û dibistana navîn ji berhemên wî girtin, hê jî di bîra min de ye. Xwedê rehma xwe lê bike."
Davutoglu bi bîr xist ku hefteya borî salvegera mirina Serokwezîr Necmettîn Erbakanê ku li hemebr 28ê sibatê, li hember tehde û zilmê wek "mirovê parêzker" di dil û hişê gel de cî girt bû.
Serokwezîr Davutoglu got Xwedê rehma xwe li Erbakan bike û wiha axivî: "Emaneta wî emaneta me ye. Me vê emaneta pîroz ji Adnan Menderes, Tûrgût Ozal û Necmettîn Erbakan girt û ev emanet bi hemû giraniya xwe li ser milê me ye. Em serbilind in ku barê vê emaetê ketiye li ser milê me."
Davutoglu qal kir ku di 28ê sibatê de pêvajoya çareseriyê qewimî û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Pêvajoya çareseriyê di îqtidara me ya bi qasî 12 salan de yek ji amûrên herî girîng ên hewldanan me ya ji bo biratî û demokrasiyê ye. Di pêvajoya çareseriyê de gihaştina armancê de em gihan merhaleyeke gelekî girîng. Ev daxuyaniyeke girîng e. Tabî em dê hemû bi hev re sepanên girêdayî van daxuyaniyan teqîp bikin. Em bi hêsanî negihan vê astê. 28ê sibatê û piştê wî, 12ê îlonê û piştî wî ji aliyek ve polîtîkayên red û înkarê, ji aliyê din ve rêxistineke ku di paşxaneya wê de îdeolojiya marksîst heye. Ev her du bi hev re ketin nav dijberiyeke wisa ku zarokên Anadoluyê yên ku tu haja wan ji van dijberiya tunin, mirin. Ji ber terorê 35 hezar welatiyên me mirin. Li gor hesabên curbicur trîlyonek û 200 milyon lîre zirarê me çêbû. Heke me çavkaniyên ku me di navbera salên 2008 û 2012yan de ji bo terorê veqetand an jî ji ber sedemên malî yên din ên ji ber koçberiya ji ber terorê di salê de tenê 0.25 pêş biketana û ev yek nekirina dê di nav vê heyamê de trîlyoneke û 200 milyon teserûfa me çêbûya. Ev yek jî teqabûlê 500 milyar dolarî dike. Bi vê 100 bendavên Ataturkê, 80 Marmaray û 120 heb jî Tunela Stenbolê ya 3 qatî dihat çêkirin. Tirkiye dê bibûya Tirkiyeyeke din. Lê ev îdeolojiyên kevn, polîtîkayên red û înkarê û rêxistinên ku di paşxaneya wan de îdeolojiya marksîst heye bûn sedem ku 35 salên me berdeayî biçin."
Davutoglu got biryar hat dayîn navên cihên ku navên wan ên rastîn hatin guhertin, paş ve bên dayîn, ev yek dê ne tenê li Rojhilat û Başûrê Rojhilat çêbe navêTaşkenta ku ez wir hatim dinê jî di heyama osmaniyan de Pîrlerkondu bû û ji ber ku navê wê de "pîr" derbas dibe hatiye guhertin.
Davutoglu qal kir nedikariyan berhemên alim, zana û helbestavnên wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran ên ku berhemên xwe kurdî nivîsandine, biweşînin û da zanîn ku Mem û Zîn di heyam îqtidara AK Partiyê de hat weşandin.Davutoglu got ku di navbera Yunus Emre û Feqiyê Teyran de tu ferqê nabînin.
Davutoglu diyar kir ku milyarek û 665 milyon lîreyî dan kesên ku ji terorê zirar dîtin, paşvegerînên gundan teşwîq kirin, Saziya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ava kirin û protokola EMASYAyê rakirin.
-"Em piştî van daxuyaniyan li bendê ne ku hêmanên çekdar derkevin derveyî Tirkiyeyê"
Davutoglu qal kir dema van pêngava diavêtin, piştî axaftina Erdogan a li Diyarbekirê ji bo aştiya mayînde "Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî" xistin dewrê. Davutoglu got du sal beriya niha pêvajoya çareseriyê bi daxuyanî û teahûdên dualî gihişt asteke girîng. Davutoglu da zanîn ku piştî van daxuyaniyan li bendê ne ku hêmanên çekdar di nav çend mehan de derkevin derveyî Tirkiyeyê.
-"Temînata me ya herî girîng hişmendiya hevpar a aîdbûnê ye"
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku di van demên dawîn de hin hevdîtinên ku dê pêşiya pêvajoya çareseriyê vekin, kirin. Davutoglu destnîşan kir ku şemiya borî daxuyaniyek hat dayîn û bangî rêxistina terorê kirin ku çekan dane. Davutoglu bal kişand ku bi vê daxuyaniyê gihiştin merhaleyeke nû û got heyameke nû ya sê pê dest pê kir.
Davutoglu got ji van a yekemîn xurtkirina hişmendiya hevpar a aîdbûnê ye û wiha axivî: "Temînata me ya herî girîng ew e ku 77 milyon welatiyên me bi hişmendiya hevpar a aîdbûnê bi vê welat, dewlet û demokrasiyê ve bê girêdan. Du aliyên hişmendiya hevpar a aîdbûnê jî hene. Ew jî xwedîdiya dîroka hevpar û welatîbûn e."
Davutoglu qal kir ku aliyê duyemîn ê hişmendiya hevpar a aîdbûnê welatîbûn e û got ku dem qala welatîbûnê dikin li nijad, mezheb, netewe û dînê tu kesî nanêrin. Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku welatiyên Komara Tirkiyeyê wek welatiyên dewleteke nûjen û demokratîk xwediyê maf û azadiyên hevpar in.