Hat ragihandin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu wê here Portekîz û Amerîkayê.
Mişawiriya Çapemeniyê ya Serokwezîriyê daxuyanî da û got ku Davutoglu wê êvarê here Portekîzê û wiha dewam kir:
"Mekanîzmaya Zîrveya Nav Hikûmetan ya Tirkiye û Portekîzê di 17-19ê kanûna 2012an de bi "Belgeya Stratejiya Ji Bo Xurtkirinê ya Têkiliyên Dualî yên Navbera Tirkiye û Portekîzê" ve hat çêkirin. Wê demê Serokwezîrê Portekîzê Passos Coelho di dema ziyareta xwe de ev îmze kir. Wezîr jî wê bi Serokwezîr re herin. Wê di Zîrveyê de li ser têkiliyên her du welatan, geşedanên herêmî û navneteweyî bisekinin. Serokwezîr wê bi Serokwezîrê Portekîzê Passos Coelho, Serokomarê Portekîzê Cavaco Silva û rayedarên din re hevdîtinê bike."
Davutoglu piştî Portekîzê wê derbasî Amerîka û New Yorkê bibe, li wir bi veberdêr û ekonomîstên navdar ên Amerîkayê re hevdîtinê bike.