Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek got: "Ji bo tekoşîna bi terorê re tenê hewldanên welatekî têrê nake ku pirsgirêk ji kokê ve bê çareserkirin. Hewcedariya piştgiriya navneteweyî heye."
Çîçek û Serokê Meclisa Iraqê Selîm Cuburî li TBMMyê hatin bal hev. Piştî hevdîtina xwe bi heyetan re hevdîtin kirin.
Çîçek got ku pêwendiya herdu welatan taybet e û ji bo ku pêwendî baştir bibin jî ziyaret pir girîng in.
Çîçek wiha axivî: "Di roja me de ji pirsgirêkên herî girîng yek jî agahiyên şaş in. Bi taybetî di polîtîkaya derve de gelek caran nûçeyên kêm, xelet an derew derdikevin û ev dibin sedem ku raya giştî tiştan şaş fêm bikin. Ev ziyaretên payebilind dibe sedem ku em hevdu baş fêm bikin, fikr û ramanên xwe eşkere bikin."
- "Teror sûcekî mirovahiyê ye"
Çîçek got ku di tekoşîna bi terorê re de Tirkiyeyê ji civaka navneteweyî têra xwe piştgirî nedîtiye û wiha dewam kir:
"Hêvî dikim ku hemû êşên ku me kişandin ji bo hemû mirovahiyê bibe dersek û di tekoşîna bi terorê re de jî bibe sedema fêmkirinê. Di mijara terorê de mijara herî girîng ew e ku mirov di nav rêxistinên terorê de ferqê nebîne. Lê mixabin di civaka navneteweyî de tevgereke wiha heye. Heke di navbera rêxistinên terorê de mirov cudahiyê bike, wê demê teror hê zêde xurt dibe. Teror sûcekî mirovahiyê ye. Ziman, mezheb, nijad û hinceta terorê tune, teror teror e û divê piştî vê peyvê lê neyê bikaranîn. Dema em wiha binirxînin DÎŞI rêxistina terorê ye. Ji bo we, ji bo me û ji bo mirovahiyê belayeke mezin e û divê bê xilaskirin. Der barê têkoşîna li hember terorê de em mecbur in ku stratejiyeke hevpar bikin. Di heman demê de PKK jî rêxistina terorê ya nijadî ye. Em 30 sal in ku bi vê rêxistinê re şer dikin. Di demên dawîn de her çiqas DÎŞI girîngtir xuya bike jî, ev nayê wê wateyê ku ew ne rêxistina terorê ye. Mixabin li hin herêman hewldanên wan hene ku dixwazin xwe meşrû bidin nîşandan."
- "Pirsgirêk bûye qeyran"
Serokê Meclisa Iraqê Selîm Cuburî jî got ku li herêmê acizî û pirsgirêk her diçe zêde dibe.
Cuburê wiha axivî: "Pirsgirêk bûye qeyran. Em wek tîmeke ku diçin şewateke mezin vemirînin xebatan dikin. Tirkiye û Iraq li herêmê xwedî cihekî taybet in û bi hevkariyê ve dikarin gelek pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo vê jî hêzeke hevpar ava dikin. Heke îdare û niyeteke me ya bi têra xwe hebe karekî ku em nikaribin ji bin dernekevin namîne."
Cuburî got ku di tekoşîna li hember terorê de hewcedariya hevkariyê û piştgiriyê heye û heke giran bê tevgerîn dibe ku encamên gelekî xirab derkevin holê.