Fîgen Yuksekdagê bi parlementerên partiya xwe re li Parlementoyê civîna çapemeniyê li dar xist û got berteka ku piştî kuştina Ozgecan Aslanê hat nîşandan, di rastiya xwe de nîşaneya wê hêrsê ye ku di jinan de kom bûye.
Yuksekdagê diyar kir ku îqtidara siyasî divê van geşedanan rast bixwîne û destnîşan kir ku dema gel serî hildide helwesta ku saziya siyasetê nîşan dide, gelekî girîng e.
Yuksekdagê da zanîn ku divê hemû partiyên siyasî bi taybetî yên di bin banê parlementoyê de di çarçoveya daxwazên azadiyê û mafan ên jinan de helwesteke polîtîk nîşan bidin û wiha axivî: "Êdî kêr giha hestî û ji wê jî borî. Amurên şîdetê hemû demarên jiyanê yên civakê dibirin. Siyaset divê bi hemû saziyên xwe û vîna xwe li ser çareserkirina vê pirsgirêkê bisekine."
Yuksekdagê diyar kir ku di vê çarçoveyê de dixwazin ku bi taybetî partiya îqtidarê berpirsyariyeke berbiçav û eşkere bigire ser milên xwe û got ku TBMM divê bi rojeva rêlibergirtina şideta li ser jinê derasayî bicive.
Yuksekdagê parast ku her roj li kolanan jin tên kuştin û di rewşeke wiha de divê pakêta ewlehiya navxweyî di rojeva parlementoyê de cî negire û da zanîn dixwazin ku ev pakêt paş ve bê kişandin. Yuksekdagê destnîşan kir ku parlemento divê şûna vê pakêtê de pakêta ewlehiya jinan bide ber xwe, bi nûnerên gel re li ser vê mijarê bisekine, vê mijarê rexne bike û pêngavên qanûnî yên verastker biavêje.
Yuksekdag li ser şerê ku di Lijneya Giştî ya TBMMyê de qewimî jî sekinî û parast ku parlementerên partiya îqtidarê êrîşî parlementerên jin ên partiya wê kirin û got "Di rastiya xwe de vê êrîşê nîşan da ji ku piştgiriyê didin şideta li ser jinê."
Parlementera HDPyê ya Stenbolê Sebahat Tûncelê jî di daxuyaniya xwe ya der barê şêrê li Parlementoyê de îdia kir ku divê der barê şîdeta li ser jinên di parlementoyê de jî lêkolînan bikin û ji ber ku gotinên zayendparêz ên der heqê parlementerên jin jî tê nîşandan.
Tûncelê daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya der barê şerê Lijneya Giştî ya TBMMyê de ya wekî "Hema bêja jinbûnê wek hêmana provokasyonê bi kar tînin" rexne kir û wiha axivî: "Em parlementerên ku bi awayekî serbixwe hatin hilbijartin in. Em vir ne wek jin û mêr, wek parlementer karê xwe dikin. Jinbûn an jî mêrbûna me rewşa me ya di parlementoyê de diyar nake."