ÎSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî fitara Şaredariya Bajarêmezin ya Îstanbûlê ya ku li Navenda Kongre ya Halîçê hat lidarxistin bû. Erdogan di axaftina xwe ya li vê derê de dest nîşan kir ku hin kes li Tirkiyeyê, weke bûyerên berê, li hemberê bûyerên herêmê jî cot standartiyê dikin. Erdogan diyar kir ku li Sûriyeyê heta niha nêzî 100 hezar însan mirine. Nêzî 400 hezar pênaberan jî xwe spartine Tirkiyeyê.
Serokwezîr axaftina xwe wiha domand: "Evna birayê me ne. Cîranên me ne, em xizmên hev in. Zalimê zordar di vê meha Remezanê de jî êrîşên xwe didomîne. Heman tişt li Iraqê jî diqewime, di mehekê de hema hema hezar kes dimire. Dema em bala xwe didin Misrê heman tişt li wê derê jî heye. Gelo dibe ku ev hemû li gor wê lîstikê ye ku dibêje 'perçe bike, ji hev biqetîne û bi rê ve bibe.' Em, di nav lîstikeke wisa de ne ku him ji derve û him jî ji hundirê welêt piştevaniya wê tê kirin. Binêrin, bawer bikin ez ji ber ku bi van bûyer û rewşê baş dizanim, loma li serê disekinim. Li dinyayê, Tirkiyeke bihêz naxwazin.
Bi tenê ne millet dewlet jî şêlandin.
Erdogan rewşaTirkiyê ya niha bi rewşa wê ya 10 salên berê re qiyas kir û kir û got: "Tirkiye sê qatan ji berê bi hêztir e. Li hatiniya neteweyî binêrîn, li faîzê binêrin. Deyndariya Dewletê ji sedî 63yê wê bi faîz bû. Îro ev faîz di dora 6-7an de ye. Ev pere ji bêrika kê derdiket? Ji ya we, ji ya welatiyên min derdiket. Gelî birayên min, em xwe nexapînin, li vî welatî, kesên ku di şevekê de ji sedî 7 hezar, 8 hezar faîz qezenc dikirin hebûn û ev millet şêlandin. Bi tenê ne millet dewlet jî şêlandin.
Erdogan îhaleya balafirgeha 3yemîn a ku di meha gulanê de hat kirin jî nirxand û got: Em ê ji vê balafirgehê 30 milyar euro hatiniyê werbigrin. Em ê pira sêyemîn jî çêkin, dema ku me ev daxwaza xwe anî ziman hin kes li hemberê me derketin û gotin em ê vê nedin çêkirin. Jixwe ew ji bo pira yekemîn û ya duyemîn jî neyê çêkirin li hember derketibûn. Lê Xwedê bêje erê emê înşeallah hetanî dawiya sala 2015an biqedînin.
Erdogan ji bo peyamên sersaxî û piştgiriya welatên ku ji ber êrîşên li ser balyozxaneya Tirkiyeyê ya Somaliyê, spasiyê xwe anî ziman. Ji bo kesên ku li Sûriye û Misrê bi awayekî hov tên qir kirin jî rehma Rebbî xwest.
Erdogan dest nîşan kir ku li Şirnakê vekirina balafirgeha Şerafettîn Elçî pir xweş hat kirin û wiha dewam kir: "Piştî vekirinê em bi malbatên 34 kesên ku li Ûludereyê jiyana xwe ji dest dan re hatin bal hev, me sohbet kir, giliyê derdê xwe ji hev re kir. Min wê rojê jî got û ez îro jî dibêjim kesên ku li wê derê jiyana xwe ji dest dan can bûn. Him jî perçeyê canê me bûn. Lê xwe ji bîr nekin kesên ku di êrîşa çekdarî ya li qerekola Hantepeyê û Gedîklîtepeyê can dan ew jî can bûn, şehîde me bûn. Li cihekî 18, li cihekî jî 20 kes. Li bBngolê 33 kesên ku piştî raseriyê di heman weasîtê de hatin şehît kirin ji bo me bobelat bû. Dema ku em van dinirxînin, em nabêjin bila jêr bibe jor nebe, jor bibe jêr nebe. Emê bi edalet li hemberê hemûyan tevbigerin. Em jî herî kêm bi qasî diya wan bavê wan xemgîn bûn û giriyan.
Em xwediyê wê fikra ku li ser cinazeyan sîyasetê bikin nînin. Em xwediyê wê feraseta ku li ser cinazeyên ew kesên ku çûne rehma Xwedê siyasetê bikin nînin. Her mirin dê bi hemû aliyî ve, bi hemû hurgiliyên xwe ve bên lêkolîn û jêpirsîn, hesabê vê jî dê daraza xweserê bipirse.