BÎTLÎS
Wezîrê Xwerek, Çandinî û Ajaldariyê Mehmet Mehdî Eker der barê pêvajoya çarêseriyê de got: "Divê herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûr, xwedî li aştî û biratiyê derên. Pêwîst e ku em li dijî çalakiyên provakatîf yên kesên ku aştiyê naxwazin bisekinin û dengê xwe bilind bikin.
Wezîr Eker li Awahiya Polêsan bi nûnerên saziyên sivîl û odeya zîraetê re der barê "Sektora çandinî û Ajaldariyê" de hevdîtin pêk anî. Eker diyar kir ku pirsgirêka bingeh ya herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûr, komplîkasyonên ku li dora mijara kurd, teror, tundî û pirsgirêkên ewlehiyê ne.
Eker anî ziman ku li cihê ku mirov baweriya xwe pê nayînin, ramedanê lê nakin. Bi pêvajoya çareseriyê dê mijarê çareser bikin û wiha dewam kir: "Heta niha li herêmê pirsgirêkeke bingehîn hebû. Meseleya kurd û koplîkasyonên li dora wê, pirsgirêkan û teror, tundî û meseleyên ewlehiyê yên ku girêdayî van pirsgirêkan hebûn. Emê van pirsgirêkan bi demokratîkbûn û sivîlbûnê çareser bikin. Tundî, şer û pevçûn nîne. Bila tunebe jî. Pirsgirêka me heye. Em rûnin û biaxivin. Bi axaftinê çareser bikin. A tê xwestin, xurtkirina demokratîkbûn, sivîlbûn, rêveberiya herêmî ye.
"Di 10 salan de pêşveçûneke mezin pêk hat"
Eker daxuyand ku berê dê û bavan nikaribûn navên kurdî li zarokê xwe kin, lê îro li her derê, bêşên ziman û edebiyata kurdî tê vekirin. Kesên ku dixwazin zimanê kurdî hîn bibin, li dibistanên sereke û dibistanên dewletê, wekî dersa hilbijartî digirin.
Eker got: "Zimanê kurdî li her derê û dorhêlê tê bikaranîn. Rêgeza herî girîng a ku nasnameya pêşve bibe, ziman e.Geşedana herî girîng ew e ku mirov bi zimanê ku ji dayîka xwe hîn bûye, berhemên xwe yên hunerî, çandî pêşve dibe. Tirkiyeyê bi AK Partiyê ev gav avêtin. Ji bo demokratîkbûnê di 10 salan de pêşveçûn pêk hat.
Eker ku anî ziman bi daxwazên meşrû yên welatiyan dê di nava pêvajoyê de programên demoktatîkbûn û sîvîlbûnê bên kirin, got: "Ev tişt dê bi lihevkirinê têkeve rewacê.