Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên dijî Îranê û bersivdayînên Îranê da bi gelek serokên dewletan ra bi têlefonê axivî û ji bo ku pêşî lê bê girtin ku pevçûn bêtir belav nebin teşebûs kirin.
Erdogan berî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê yên ku di 28ê sibatê da dest pê kirin ji bo kêmkirina rageşiyê dest bi trafîka dîplomasiyê kir û piştî 28ê sibatê peywendiyên xwe zêde kirin.
Erdogan di axaftin û hevdîtinan da teza Tirkiyeyê ya wekî ji destpêkê va pêvajo rast nîne, alî divê demildest agirbestê bikin û vegerin ser bingeha mizakere û dîplomasiyê ragihand û ji serokên ku bi wan ra hevdîtin kir ra ragihand jib o ku demildest dawî li pêvçûnan bê bila deriyê dîplomasiyê neyê girtin.
Erdogan destnîşan kir ku êrîşkariya Îsraîlê ne tenê ji bo herêmê ji bo dinyayê jî xeternak e û qal kir ku di heman demê da êrîşên Îranê yên dijî welatên herêmê jî şaş e, heke pêvajoya pevçûnê demildest neyê rawestandin ditirsin ku hê bêtir belav bibin.
Serokomar Erdogan bi taybetî hem bi Serokê Amerîkayê hem jî Serokomarê Îranê ra axivî û destnîşan kir girîng e ku demildest li ser maseya aştiyê rûnin, Tirkiye di rêya diçe aştiyê da çi ji dest tê dike û dê ji niha pê va jî bike.
Erdogan di 28ê sibatê da bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axaftinek kir û di axaftinê da rewşa dawîn a li Îran û welatên Kendavê guftûgo kir.
- Bi serokên welatên Kendavê ra hat axaftin
Serokomar Erdogan bi Şêx Temîm bîn Hamed Al Saniyê Mîrê Qetera ku Îranê hedef girt ra bi têlefonê axivî. Herdu serokan rewşa dawîn a hem li Qeterê hem jî li herêmê guftûgo kirin.
Erdogan trafîka dîplomasiyê bi Şêx Mihemed bîn Zayed Al Nahyanê Serokdewletê Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî ra domand û bi Al Nahyan ra rewşa dawîn a li herêmê nirxand.
Serokomar Erdogan bi Mihemed bîn Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî ku yek ji wan welatan e ku di hedefa Îranê da ye ra jî axivî. Erdogan fikara xwe ya ku pêvajoya pevçûnê ji hêla ewlehiya herêmî û kurewî va dê encamên gelekî cidî derxîne holê anî ziman.
Erdogan pêngavên dîplomasiya aştiyê bi Mîrê Kuweytê Şêx Mîşal El Ehmed El Cabîr El Sabah ra domand û diyar kir ku bi rêya dîplomasî û mizakereyan çareserkirina pirsgirêkan alternatîfa herî mayînde ye.
- "Girîng e ku firsendê bidin dîplomasiyê"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ya bi Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewropayê ra got Tirkiye amade ye ku her cure piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê.
Pêngavên dîplomasiya aştiyê ya Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Almanyayê Frîedrîch Merz ra dewam kir. Erdogan di axaftinê da got ku pevçûnên li herêmê bandoreke neyinî li ewlehiya herêmî û kurewî dike.
Dîplomasiya aştiyê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ra dewam kir û Serokomar Erdogan diyar kir ku ji bo aştiya mayînde û domdar girîng e ku firsendê bidin dîplomasiyê.
- "Pêvajoyên bipevçûn zêdekirina hevkariyan hewce dike"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ya bi Serokwezîrê pakistanê Şahbaz Şerfî ra rewşa dawîn nirxand û mijara ji bo aştiyê dikarin çi bikin guftûgo kirin.
Erdogan bi Serokwezîrê Malezyayê Enwer Bîrahîm û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev ra jî axivî û di van axaftinan da pevçûnên li herêmê û pêngavên dikarin biavêjin guftûgo kirin.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ya bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra got ku demekî dirêj dewamkirina pevçûnên li Îranê hem ji bo herêmê hem jî ji bo dinyayê dê bibe çavkaniya bêîstiqrariyê. Erdogan diyar kir ku pêvajoyên bipevçûn di navbera mitefîqên NATOyê da zêdekirina hevkariyan hewce dike.
Di axaftinê da ya bi Gîorgîa Meloniya Serokwezîra Îtalyayê ra telqînên ji bo ku aliyên pev diçin ji pêngavên bêîstiqrariyê zêde bikin tên kirin, hatin nirxandin.
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Qraliyeta Yekbûyî Keîr Starmer ra jî axivî û got ku dirêjbûna midaxeleyê dê zirareke mezin bide îstiqrara herêmî û kurewî hê jî ji bo avakirina bingeha diyalogê pêngavên dikarin bên avêtin hene.
Erdogan bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ra jî axivî û rewşa dawîn a li herêmê nirxand.
- Bi Pezeşkiyan ra rewşa dawîn nirxand
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra bi têlefonê axivî û rewşa dawîn a pêvajoya pevçûnê nirxand. Di axaftinê da Erdogan diyar kir ku midaxeleyên nehiqûqî yên dijî Îranê û êrîşên Îranê yên ku welatên bira yên li herêmê hedef digire rast nabîne.
Erdogan bi Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy û Serokê Konseya Desthilatdariyê yê Sûdanû Ebdulfetah el-Birhan ra hevdîtinên cuda kirin û di van hevdîtinan da geşedanên li herêmê guftûgo kirin.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ya bi Heysem Bîn Tariqê Siltanê Umanê ra da zanîn ku êrîşên dijî Îranê û muqabeleya Îranê ya pişt ra dijî welatên bira yên li herêmê kir herêmê bi buxraneke ewlehiyê ya ku berê manendê wê nehatiye dîtin ra rû bi rû hişt.
Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra axivî û got ji bo ku şer bêtir ji kontrolê dernekeve bi hemû alî û terefan ra peywendiyên xwe yên bi aştî û îstiqrarê didomîne.
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ra jî axivî û behs kir teswîb nakin ku bi armanca Îran topyekûn bê xira kirin tevbigerin.
Serokomar Erdogan her wiha bi Serokomarê Endonezyayê Prabowo Subîanto, Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Tokayev ra jî mijar guftûgo kir.
- Ji bo ku pevçûn bêtir belav nebin teşebûs hatin kirin
Erdoganê ku ji destpêka şer va dîplomasiyeke çalak dike di hevdîtinên xwe yên di asta serokan da yên rû bi rû û axaftinên bi têlefonê da jib o pêşî lê bê girtin ku pevçûn hê bêtir belav nebin teşebûs kirin.
Di çarçoveya telîmatên Serokomar Erdogan da di serî da Wezareta Karên Derva, Wezareta Parastina Neteweyî, Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî hemû sazî ji bo ku pêvajo bêtir bandoreke neyinî li ser Tirkiyeyê neke û qeyran bi hêsanî bi dawî bibe xebat kirin.