Mustafa Deveci
28 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2025
Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dê di 4ê sibatê da li Qesra Spî hevdîtin bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê da hat diyarkirin ku Trump Netanyahu dawetî Qesra Spî kir.
Hat gotin ku Trump û Netanyahu dê di 4ê sibatê da li Qesra Spî bên bal hev.
Di daxuyaniyê da hat gotin piştî ku Trump cara duyemîn li ser meqamê serokatiyê rûnişt serokê biyanî yê ewil ê ku dawetî Qesra Spî kir Netanyahu ye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê di hevdîtina Trump û Netanyahu da di serî da agirbesta li Xezeyê tê payîn ku mijarên herêmî bên guftûgokirin.