ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry civîn kirin. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin civînê de hat dupatkirin ku her du dewlet heta niha li dijî terorê çawa ku bi hev re dixebitîn ew ê ji îro şûnde jî têkoşîneke hevpar bidin.
Serokomar Erdogan Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry li Qesra Çankayayê qebûl kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan civînê qasî 2 saet û nîvî dewam kir û di civînê de xêncî têkiliyên dualî, bûyerên li herêmê jî hatin nirxandin.
Erdogan û Kerry di civînê de dupat kirin ku her du dewlet heta niha li dijî terorê çawa ku bi hev re dixebitîn ew ê ji îro şûnde jî têkoşîneke hevpar bidin.
Di civînê de parvekirina îstixbaratê, dewama lojîstîk û alîkariya mirovahiyê ya ku didin muxalefeta Sûriyeyê dîsa hat teyîtkirin.