Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Dolmabahçeyê ligel nûnerên saziyên civaka sivîl a elewiyan re hat bal hev.
Serokê Giştî yê Weqfa Cemê Îzzettîn Dogan li dû civîna ku biqasî 2 saet û nîvan domand de bersiva pirsên rojnamegeran da.
Dogan diyar kir xwarina ku hat dayîn di mahiyeta hevdunasînê de bû. Dogan balkişand ku di civînê de bêtir pirsgirêkên Elewiyan hatin rojevê û fikrên ku li ser tu kesî nehatin ferzkirin, hatin nîqaşkirin.
Dogan diyar kir ku Serokwezîr Davutoglu erênî axivî û wiha pê de çû: "Got ku em biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gîrîng dibînin. Ji ber ku dadgehê li wir statûya yasayî ya Cemxaneyan kifş kir û got ku 'Cemxane ji bo Elewiyan perestgeh e'. Ji ber vê di yasayan de hin guhertin divê. Ez texmîn dikim der heqê vê mijarê de dê bi şêwirmendên xwe re bixebite. Lêbelê ev tenê lingekê meseleyê ye. Serokwezîr bi me wisa da hîskirin dibe ku der heqê çareserkirina pêrsgirêkên Elewiyan de çendîn civînên din jî li dar bixe."
- "Pirsgirêkên giştî yên Elewiyan hatin nîqaşkirin"
Serokê Ocaxa Baba Mansûr Hizir Duzgun jî diyar kir ku di hevdîtinê de bêtir pirsgirêkên giştî yên Elewiyan hatin nîqaşkirin û der heqê çareserkirina wan de bi hev re şêwirîn. Duzgun balkişand ku sereke kêşeya Elewiyan statûya Cemxaneyan e û wiha pê de çû: "Mijarên mîna dersên dînê û para Elewiyan a ji budçeya dewletê hatin nîqaşkirin. Serokwezîr gelekî erênî lê mêze dike, jixwe nêrîna xwe ya erênî nîşan da."
Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Riza Eroglu jî got ku di civînê de wan li ser kêşeyên Elewiyan xeberda.
Eroglu got ku daxwazên elewiyan diyar in û wiha berdewam kir: "Daxwazên me yên wiha hene ku divê statûya Cemxaneyan bibe wekî îbadetxane û dersên dînê yên mecbûrî bên rakirin. Serokwezîr erênî bû. Ez hêvîdar im ku dê careke din were çareserkirin. Heke na emê têkoşîna xwe bidomînin."