Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "YEyê ya ku PKKyê wek rêxistineke terorê îlan kir, mixabin li hemberî welatên girêdayî xwe yên ku deriyên xwe ji PKKyê re vekirin, bê deng ma. Endamên PKKya rêxistina terorê li hin welatên endam dimînin, heta van welatan derfet da hin serokên rêxistinê da ku derkevin pêş. Ev rewş berdewam dike; ez vê yekê bi eşkereyî dibêjim."
Serokomar Erdogan beşdarî bernameya "Connect to World" a Becky Andersonê ya di CNN Internatîonalê de tê weşandain bû û li vir derbarê rojevê de nirxandin kirin.
Erdogan derbarê pirsgirêka multeciyan û têkoşîna dijî DAEŞ û PKKê tê birêvebirin de axivî û bal kişand ser bûyera Aylan Kurdî ya ku bedena wê ya bê rih li peravên Bodrûmê hat dîtin.
Erdogan got ku hemûyê Rojava ji vê kerasata ku hat serê multeciyên sûriyeyî berpirsiyar e û wiha xeberda: "Li gor min hemû welatên rojava ji ber vê bûyerê sûcdar in."
Erdogan wiha dewam kir: "Ew welat dibêjin bila neyên welatê min, çi dibe bila bibe. Lê em wisa nêzikî meseleyê nabin. Heke ku hatibin sînorê me, xwe sipartibin me pêşî em deriyên xwe ji wan re vedikin, wan dikin mêvan. Heke di nav wan de kesên divê em wan paşve bişînin welatê wan hebin, em wan paşve dişînin. Heke derfeta me hebe em wan li welatê xwe dikin mêvan."
- "Li rêvebirê zalim xwedî derketin"
Serokomar Erdogan got ku sedema trajediya multeciyan ev e, li hemberî bûyerên li Iraq û Sûriyeyê qewimîn bê deng man. Ev bûyer hemû di encama vê bêdengiyê de derketin holê. Erdogan wiha pê de çû: "Tu caran nexwastin midaxaleyî Sûriyeyê bê kirin. Jixwe serokekî zalim li wir heye û her tim li wî serokê zalim xwedî derketin. Tu caran negotin gelo ji bo îxrackirina wî serokê çi hewce dike, li ser vê îxtîmalê kes nesekinî û nefikirî."
Erdogan got ku divê ew kesên ku piştgiriyê didin Sûriyeyê, li rejima Sûriyeyê xwedî derdikevin paşve vekişin; heke ew paşva vekişin dê rejima Esed di nav 24 saetan de serobin bibe û wiha dewam kir: "Gelo çima xwe wekî deyndarê Esed dibînin? Niha Sûriye wêran bûye. Gelo em bi Sûriyeya ku şewitiye, wêran bûye serbilind dibin?"
Erdogan got ku ji destpêkê heta niha Tirkiye tim li dijî DAEŞê bû û wiha dewam kir: "Tirkiye ne tenê dijî DAEŞê di heman demê de dijî PYD, PKK, DHKP-Cya rêxistinên terorê jî şer dike."
Serokomar Erdogan got ku di têkoşîna dijî rêxistinên terorê de, welatên ewropayê piştgirî neda wan û wiha xeberda: "YEyê ya ku PKKyê wek rêxistineke terorê îlan kir, mixabin li hemberî welatên girêdayî xwe yên ku deriyên xwe ji PKKyê re vekirin, bê deng ma. Endamên PKKya rêxistina terorê li hin welatên endam dimînin, heta van welatan derfet da hin serokên rêxistinê da ku derkevin pêş. Ev rewş berdewam dike; ez vê yekê bi eşkereyî dibêjim."
Serokomar Erdogan li ser pirsa "Gelo niha tehdîda herî mezin a ser ewlelhiya neteweyî ya Tirkiyê PKK ye an DAEŞ e?" wiha got: "Ji bo me hemû rêxistinên terorê tehdîd in. Lê niha li welêt ya herî xeternak PKK ye. DAEŞ, ji bo me tehdîdeke lê tehdîdeka li derveyî welêt e. Heke ku hewcedarî hebe em wan ji hêla xeterebûnê ve rêz bikin dê di rêza ewil de PKK hebe. Di têkoşîna dijî PKKyê de heta îro zêdetirî 50 hezarî mirin. Ji ber vê yekê em berxwedana xwe ya dijî PKKyê bi rêkûpêk birêve dibin û em ê birêvebibin jî."