Önder Beyter
17 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ligel Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, ji bo kontrola fealiyetên di çarçoveya Muxtiraya Mitebeqeta Hevkariya Ewlekarî û Eskerî da gihîşt paytextê Lîbyayê Trablusê.
Bi minasebeta ziyareta Wezîr Akar û Orgeneral Guler li Balafirgeha Mîtîgayê merasima eskerî hat lidarxistin.
Akar ji hêla Alîkarê Wezîrê Parastina Hikûmeta Lîbyayê Selahedîn en-Nemrûş, Sererkan Korgeneral Mihemed eş-Şerîf, Balyozê Tirkiyeyê li Trablusê Serhat Aksen û peywirdarên din ên Tirk û Lîbyayê hat pêşwazîkirin. Akar li vê derê silav da yekîneya merasimê.
Piştî merasimê Wezîr Akar û Orgeneral Guler derbasî Fermandariya Hevkariya Ewlekariya Parastinê û Şêwirmendiya Alîkariya Perwerdeyê ku di çarçoveya mitebeqetê da hatiye avakirin, bûn.