Haydar Karaalp
23 Tebax 2023•Rojanekirin: 23 Tebax 2023
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan digel Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd hat cem hev.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva, di hevdîtina Wezîr Fîdan û Serokomarê Iraqê Reşîd da zêdekirina bazirganiya dualî, têkoşîna dijî terorê û emilandina bi awayekî mifadarane ya ava ji sînorê herdu welatan derbas dibe, hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Karên Derva Fîdan duh ji bo ziyareta fermî çûbû Bexdayê û digel hemtayê xwe yê Iraqî Fuad Huseyîn civiyabû.
Wezîr Fîdan dê li Bexdayê hevdîtinên xwe bidomîne û digel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî û Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî were cem hev. Fîdan her wisa dê li Bexdayê digel nûnerên civaka Tirkmen jî bicive.
Fîdan piştî hevdîtinên li Bexdayê dê derbasî Hewlêrê bibe û digel peywirdarên Herêma Kurdistana Iraqê jî bicive.

Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ra hat cem hev
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan digel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî civiya.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin, "Di hevdîtinê da mijarên rojane yên wekî xurtkirina peywendî û hevkariya herdu welatan a di warê siyasî, aborî û ewlekariyê da hatin gotûbêjkirin."
Wezîrê Karên Derva Fîdan duh ji bo ziyareta fermî çûbû Bexdayê û digel hemtayê xwe yê Iraqî Fuad Huseyîn civiyabû.
Fîdan îro jî berî civîna digel Sûdanî, bi Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd ra civîn kiribû.
Wezîr Fîdan dê li Bexdayê hevdîtinên xwe bidomîne û her wiha digel Serokê Meclisa Iraqê Mihemed Helbûsî û nûnerên civaka Tirkmen jî bicive.
Fîdan piştî hevdîtinên li Bexdayê dê derbasî Hewlêrê bibe û digel peywirdarên Herêma Kurdistana Iraqê jî bicive.