16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim:
"Ev hewldan hat têkbirin, lê mixabin 161 şehîdên me û heta niha hezar 440 birîndarên me hene. Heta niha 2 hezar û 839 serbaz û leşkerên ku tevlî vê hewldanê bûne hatine binçavkirin. Di nav da yên payebilind jî hene."
"Ez eniya wan hemû ferdên vî miletî û welatiyên me yên ku li hemberî vê çeteya rêxistina terorê ya paralel, alayê xwe hildan û bazdan meydanan maç dikim."
"15ê tîrmehê êdî bûye cejna me ya demokrasiyê. Ji bo leşker, polês û welatiyên me yên ku di hewldana derbeyê da mirin rehmetê dixwazim û bi rêzdarî bi bîr tînim û ji bo xizmên wan sersaxiyê dixwazim."
"Ez eniya wan egîdên me yên hêzên ewlehiyê maç dikim. Bi gelê xwe ra şikir ji Xwedê ra me tofaneke mezin def kir. Lê ya xweş ew e ku ev tevger li gor hiyerarşiya fermandeya emrê Hêzên Çekdar ên Tirk pêk nehat. Ev hewla rêxsitina terorê ya paralel e ku di nav hêzên çekdar da bi cih bûye. Ez bi vê wesîleyê fermandar û serbazên me yên birêz ên ku piştgirî nedan vê yekê û ji welatên xwe, alaya xwe û gelê xwe hez dikin jî pîroz dikim."
"Ev hewldan hat têkbirin, lê mixabin 161 şehîdên me û heta niha hezar 440 birîndarên me hene. Heta niha 2 hezar û 839 serbaz û leşkerên ku tevlî vê hewldanê bûne hatine binçavkirin. Di nav da yên payebilind jî hene."
"Ev mensûbên çeteya parelel êdî di destê edaleta mezin a tirk da ne. Çi cezayê ku heq dikin wê bibînin. Miletê me li hemberî vê bûyerê bi besîret tevgeriya, bi saya vê eqlê selimiyê rê li ber hewla derbeyê hat girtin. Kesên ku di vê hewla derbeyê da cih girtin divê careke din vê rastiyê bibînin; tu kes nikare bi îradeya vî miletî bileyize."
"Welatiyên me îro vegeriyan jiyana normal û ev jî nîşaneya erdemê ye. Kesên ku bi çek, pere, tank, bombe, teyare û firokeyên dewletê gule berdan ser welatiyên dewletê ji terora PKKyê xirabtir in. Ev gel wê tu wextê vê çeteya bêbext ji bîr neke. Hin dostên me di vê mijarê da me baş fehm nedikirin, lê niha fehmkirina wan bi berdelên giran çêbû."
"Bûyera qewimî tîştek nîşan da. Careke din hemû dinyayê dît ku milet çiqas girîngiyê dide demokrasiyê û xwediyê tecrûbeyeke çiqasî mezin e. Hele miletê me wê ew welatî û şehîdên me yên ku di destê wan da ala hebûn û ji bo vê armancê canê xwe dan, xwe avêtin pêş tankên rê û pire girtibûn wê neyên jibîrkirin."
"Ji bo fermandarên me rewşeke xeternak tuneye. Her tişt di bin kontrolê da ye. Di demeke kurt da wê fermandarên me dest bi pêvajoya normal bikin. Li ser karê xwe ne."
"Sekreterê Giştî yê Serokomariyê niha di rê da ye û diçe malê, rewşeke derasayî û pirsgirêk tuneye."
"Serfermandar Birêz Serokomarê me, hemû endamên hikûmeta me û fermandarên me yên welathez bi welatiyên me ra bûn yek, bi besîret û hezkirina welêt ra tevgeriyan, em bi saya vê yekîtî û bihevrabûnê ji vê belayê xilas bûn. Dibe ku di dîroka dinyayê da emsala vê
"Weke ku tê zanîn cezayê îdamê di makezagona tirk da, ji pergala hiqûqa tirk hatiye derxistin. Îro wê meclisa me ya mezin kom bibe û li vê derê ji bo dînîtiyên wiha careke din neqewimin, wê çi tewdîran hilde, çi verastkirinên qanûnî çêbike, emê van yekan bi partiyên din
"Piştî bûyera ku duh êvarê qewimî ez bawer nakim ku tu welat li vî şexsê (Fetullah Gulen) serkêşê çeteyê, li serkêşê vê rêxistina terorê û xwedî derbikeve û li pişt wan bisekine. Ew welatê ku li vê rêxistinê derbikeve dostê Tirkiyeyê nîne û ew li hemberî Tirkiyeyê di nav şerekî cidî da ne."
Serokwezîr Yildirim li ser pirsa ji "komîteya qaşo li welêt silh" kes hatine binçavkirin ya na wiha got: "Zehf in. Yên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin hene, yên hatine binçavkirin hene, yên ku tên binçavkirin û fîrar in hene. Bi gelemperî yên sereke û bingehîn hatine binçavkirin û di bin kontrolê da ne."
"Êdî generalî, amiriya wan kesên ku tevlî vê bûyera bêbext bûn nema. Rutbeya wan çi dibe bila bibe evana xayin in. Rutbeya xayinan tuneye."
"Çeteya terora paralel, terorîstên cudaxwaz, ji bo perçekirina vî welatî, ji bo yekîtî û bihevretiya me zirar bibîne kî di nav çi hewl û xebatê da cih girtibe ewê hesabê hemûyan ji wan bê pirsîn. Ev hemû tên zanîn, ya ku hewce dike paşve neyê avêtin û wê bê kirin."