13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal ragihand ku piştî referandumê xala yekemîn a rojeva Tirkiyeyê wê aborî be û wiha pê da çû: "Ji 17ê nîsanê pê va aborî wê bibe madeya yekemîn a rojeva Tirkiyeyê. Du lingên aboriyê wê hebin, yek jê reform, dudu jî sepandin û geşepêdana alîkarî û teşwîqên nû yên ku wê aboriyê zexm bikin. (Der heqê encamên alîkarî û teşwîqên ku berdewam in da) Em geşedanên pir erênî dibînin."
Wezîrê Darayiyê Agbal bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û got: "Di heyama piştî 16ê Nîsanê da bi geşedanên di warê kûr û rêjeya faîzan da, pêşketina aboriyê, veberhênan û sermayeya were Tirkiyeyê di demeke kurt da wê tesîreke erênî çêbe. Ev eşkere ye. Piyase wisa xuya dibe. Heger hewcedarî bi çîrokeke erênî ya Tirkiyeyê hebe, navê vê çîroka erênî ew e di referandumê da 'erê' derkeve."
Wezîrê Darayiyê Agbal der barê jinûvahesabkirinê de jî wiha dewam kir: "Plana me ew e ku înşallah piştî 16ê nîsanê emê bilez pêşnûmaya qanûnê bişînin Meclisê. Piştî ku qanûn bilez hat qebûlkirin di meha gulanê de emê serlêdanan qebûl bikin û paşê jî pereyê bêne dayîn. Wek jinûvahesabkirina berê di vê da jî heta 36 mehan wê teqsîdkirin çêbibe. Heke welatiyek bibêje "ez dixwazim deynê xwe pêşîn bidim" jî daxistinê bê kirin. Welatiyên me kîjanê bixwazin yanê 6 meh an 9 meh wê bikaribin wê hilbijêrin. Di vê de em derfetê didin ku welatiyên me yên ku serî li jinûvahesabkirina sala 2016an nedane jî bikaribin serî lê bidin."
Ji axaftina Agbal hin sernavên derketin pêş ev in:
"Li gor qanûna berê zêdebûna matrahê êdî nabe. Jinûvahesabkirin wê tenê bo deynan hebe. Li vê derê em tu tiştî efû nakin. Em bi tenê ji bo deynên welatiyên firsenda teqsîdan tinîn. Hindek tên daxuyaniyên xelet didin, aqilê milet tevlihev dikin, ez ji ber vê rewşê jî xemgîn im."