ANKARA
Gelê Tirkiyeyê di 16ê nîsanê de wê ji bo guherîna destûrê here li ser sandoqan û deng bide.
Li welêt 55 milyon û 319 hezar û 222 hilbijêr wê li ser 167 hezar û 140 sandoqan rayên xwe bidin. Milyonek 269 hezar û 282 hilbijêr yên nû ne ku heta roja referandumê wê bibin 18 salî.
Ji bo referandumê di girtîgehan de jî wê 461 sandoq bên danîn.
Welatiyên ku kaxizê wan ê hilbijartinê nehatine jî wê bikaribin ray bidin. Kesên kaxiza wan tune û qeyda wan a kutukê heye bi nasnameyên xwe va (nasname, pasapart, ehlîyet, cuzdanê zewacê) wê bikaribin ray bidin.
Welatiyên ku li ser nasnameyên wan jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê tunene ji bo ku bikaribin ray bidin divê li cem xwe kaxizê hilbijartinê ya agahiyê yan jî belgeyeke din a ku jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê îspat dike li cem xwe bibin.
Hilbijêr wê li ser malpera YSKyê ya înternetê ''www.ysk.gov.tr''yê bikaribin hîn bibin ku ka ewê li ser kîjan sandoqê rayên xwe bidin.
Di referandumê de pisulaya rayan yên ku li ser zemîneke spî bi rengê qehweyî va "Erê" û "Na" hatine nivîsandin, zerfên zer û mora "tercihê" bêne bikaranîn.
- Saetên dengdayînê
Hilbijêrê li Adiyemen, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbeker, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîantab, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00 an da li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an da rayên xwe biavêjin.
Çaxa ku saeta dawîn a dengdayînê hat jî serokê sandiqê ew ê kesên li wê derê bijmêre û pajê raya wan bide avêtin.
- 10 partî dikarin endaman bidin lijneyên sandiqan
Li gor qanûnan partiyên ku dikarin endaman bidin lijneyên sandiqan hatin eşkerekirin.
Li gor vê AK Partî, CHP, HDP, MHP, ANAVATAN, Partiya Tirkiyeya Azad, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Doza Azad, Partiya Saadetê û Partiya Vatanê ew ê bikaribin endaman bidin lijneyên sandiqan.
- Serbestiya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê
Di çarçoveya xebatên ku Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) kir da ji bo hilbijartina ku di 16ê nîsanê da ew ê bê kirin serbestiya propagandayê û hin qedexeyên li ser hilbijartinê di 9ê nîsanê da dest pê kir.
Li gor vê, serbestiya propagandayê ew ê roja beriya dengdayînê di saet 18.00an da bi dawî be.
Partiyên siyasî di propagandayên xwe yên radyo, televizyon, devkî û nivîskî da ew ê bikaribin xêncî tirkî bi ziman û zaravayên din va jî bikin.
Partiyên siyasî di nav dema propagandayê da bi rêya çapemenî û reklaman wê bikaribin propagandaya devkî û nivîskî bikin.
Partiyên siyasî nikarin peyamên dîtbarî û nivîskî bişînin têlefon û posteyên elektronîk ên welatiyan, lê dikarin her dem ji endamên xwe ra bişînin.
Beriya roja dengdayînê 10 rojên ewil lêkolîn, anket, texmîn û agahiyên tesîrê li ser hilbijêran çêdikin qedexe ne, lê lêkolîn, anket û texmînên beriya vê demê jî divê bên eşkerekirin bi destê kê hatiye çêkirin û kî fînanse dike.
- Dengdayîn ji bo çi tê kirin?
Ji bo guherandina destûra bingehîn a ji 18 bendan pêk tê dengdayîn tê kirin û bendên pergala hikûmeta serokomariyê, hejmara parlementeran ji 550 derdixe 600î û emrê hilbijatina ji bo parlementeriyê ji 25an derdixe 18an dihewîne.
Hilbijartina serokomariyê wê 5 salan carekê bê kirin. Serokomar dikare bibe endamê partiya xwe.
Dî sîstema nû de Serokomar dikare arîkarên xwe û wezîran ji wezîfeyê hildê. Hilbijartina parlamenteriyê û Serokomariyê wê bi hev ra bê kirin.
Jimara endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn wê ji 17 dakeva 15yan.
Hilbijartina parlamenteriyê û Serokomariyê wê 3 çiriya paşîn bê kirin.