24 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim ku ji bo avakirina Hikûmeta 65emîn hat wezîfedarkirin, ji bo ku kabîneya nû pêşkêşî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bike, çû Kulliyeya Serokomariyê.
Yildirim dema ku ji mala xwe bi rê ket, hin welatiyan destê xwe jê ra ba kir û şa bûn.
Şêniyekî taxê got "Tu rûmeta me yî". Yildirim li ser vê gotinê wiha got: "Em ê hewl bidin ku bibin layîqê we." Yildirim çû bal rojnamegeran û wiha axivî: "Hevalno ez bi rastî jî ji bo we li ber xwe dikevim, serê sibehê tî birçî hûn hatine vê derê. Bi rastî ev min xemgîn dike. Ne hewce ye ku hûn ew qas zû bên. Hûn gazî bikin ez ê werim."
Yildirim paşê li wesaîta xwe ya meqamê siwar bû û berê xwe da Kulliyeya Serokomariyê ku kabîneya nû pêşkêşî Serokomar Erdogan bike.