ÎZMIR
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di merasîma ku li Hêwana Werzîşê ya Karşiyakayê de axivî û ragihand ku namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Mezin ê Îzmirê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim e.
Erdogan wiha got:
"Em pêvajoya ku dê Îzmirê ji nû ve bike marqeya cîhanê îro li vir didin destpêkirin. Em li Tirkiyeyê tev li jiyana tu bajarê nebûn. Em heta niha tevlî jiyana Îzmirê jî nebûn, em nabin jî. Em nahêlin ku tu kes tevlî bibe jî. Mudaxaleya li ser jiyanan, zîhniyeta tek patiryê ye. Mudaxaleya li ser jiyanê, karê kesên ku siyaseta tirsandin û gefdayînê dikin e. Em piştgirê azadiyê bûn, em pîştgirê azadiyê ne."