21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim li ser telefonê bi Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî re axivî. Yildirim der barê biryara rewşa derasayî de agahî da wan û got ku dema di Lijneya Giştî ya Meclisê de ray bên dayîn ew benda piştgiriya wan e.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî: "MHP piştgiriyê dide biryara rewşa derasayî ya ku îro ji ber rewşa hesas a li Tirkiyeyê hatiye dayîn û dibêje xêrek tê de heye."
Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî: "Li giştiyê welêt îlankirina rewşa derasayî biryareke bicih de ye. Di heyameke wiha tarî û nebaş de MHP çi dibe bila bibe wê li cem dewleta xwe û gelê xwe bisekine û wê destûr nede ku tevgereke nemeşrû û çete derkevin holê. "