Siyasetmedarên Azerbeycanê daxuyandin ku ziyareta Serokomar Erdogan a Azerbeycanê pir girîng e û ev ziyaret di pêwendiyên her du welatan de dê rûpelekî nû veke.
Ji ziyaretên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên fermî yek jî ziyareta Azerbeycanê ye. Desthilatî û muxalefeta Azerbeycanê daxuyand ku ev ziyaret gelekî baş e û têkiliyên herdu welatan dê bi vê ziyaretê ve baştir bibin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Azebeycana Nû (YAP) Siyavuş Novruzov der barê ziyareta Erdogan a ku dê 2 rojan dewam bike de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Novruzov got ku ev ziyaret dê dostî û biratiya herdu welatan pêş ve bibe û wiha axivî: "Tu kes dê nikaribe têkiliyên me xirab bike. Jixwe heman gel e lê du dewlet in û têkilî jî nabe cudatir bibe. Di ziyaretê de him mijarên herêmî û him jî mijarên welatên me eleqeder dikin dê bên axaftin."
Serokê Partiya Musavatê ya muxalefetê Îsa Gamber jî got ku ziyareta Erdogan ya Azerbaycanê pir bi mantiq e û girîng e.
Gamber wiha axivî: "Qeyrana di navbera Rûsya û Ukraynayê li herêmê rewşeke cidî derxist holê. Ev pirsgirêk herêmê û Azerbeycanê tengezar dike. Ji ber vê jî hevalbendiya Tirkiye û Azerbeycanê ya stratejîk pir girîng e. Li gor min di vê ziyaretê de biryarên girîng dê bên dayîn."