TBMM
Lijneya Giştî ya TBMMê, li ser bangkirina civîna awarte ya Serokê TBMMê Cemîl Çîçek dê sibê di saet 14:00an de bicive.
Di civînê de bernameya hikûmeta 62yemîn a ku ji aliyê Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ve hat avakirin, dê bê xwendin.
Piştî du rojên sax ji ser xwendina bernameyê re borîn, 4ê îlonê roja pêncşemê der barê bernameyê de lihevrûniştin dê bê kirin.
Piştî ku lihevrûniştin dawî bûn û rojeke sax bibore vê dorê dê 6 îlonê roja şemiyê raydayîna pêbaweriyê bê kirin.
Nûman Kûrtûlmûşê ku hê nebûye parlementer û bû Arîkarê Serokwezîr jî dê sibê di Lijneya Giştî ya TBMMê de sond bixwe.