Serokê TBMMyê Îsmet Yilmaz der heqê îdiaya êrîşa li dijî Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Ferhat Encu de got, "Êrîşa li dijî tu wekîlî nayê qebûlkirin, ji vî re hincetek jî nabe. Em li bendê ne ku birêz wekîl jî ji her kesî bêtir rêza xwe ji hiqûqê re bidin nîşan."
Li Lijneya Giştî ya TBMMyê de Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken di cihê xwe de mafê axaftinê wergirt û bertek nîşanî îdiaya êrîşa li dijî Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Ferhat Encu da.
Balûken destnîşan kir ku rewş acil e û Wezîrê Karên Navxweyî û berpirs dernakevin ser têlefonan.
Serokê TBMMyê Yilmaz jî li ser gotinên Balûken got ku ewê der heqê mijarê de lêkolîn bikin û wiha xeberda:
"Êrîşa li dijî tu wekîlî nayê qebûlkirin, ji vî re hincetek jî nabe. Em li bendê ne ku birêz wekîl jî ji her kesî bêtir rêza xwe ji hiqûqê re bidin nîşan. Divê her wezîr û parlementerek derkeve ser têlefona xwe û pêzanînê bide. Ev erka nîşankirina rêza xwe ya li hemberê îradeya milî ye. Hewce ye ku Wezareta me ya Naxweyî bersivê bide têlefonan. Divê wezîrê me jî agahî bide her parlementerekî. Ji her têlefonê re bersiva 'erê' nayê; 'na' jî bersivek e."