TBMM
Parlementera HDPyê ya Şirnexê Aycan Îrmezê diyar kir ku Parlementerê Şirnexê yê partiya wî Ferhat Encu rastî êrîşê hat û wiha got: "Ev êrîş ne tenê ji wî re, di şexsê wî de ji hemû parlementeran re hatiye kirin. Divê der barê peywirdarên ewlehiyê yên berpirsyar de muameleyên li gor qanûnê demildest bidin destpêkirin."
Îrmezê bi parlementerên partiya xwe Hatîce Sevîptekîna Parlementera Sêrtê û Sezaî Temelliyê Parlementerê Stenbolê re civîna çapemeniyê li dar xist. Îrmezê parast ku Encu ji bo ku arîkariya gundiyên uludereyî bike ku bikarin ji zozanan bên li herêmê bû lê bi destê hêzên ewlehiyê ve hat derbkirin.
Îrmezê got ku ev bûyer nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Êrîşa ser Encu ne tenê ji wî re, di şexsê wî de ji hemû parlementeran re hatiye kirin. Divê der barê peywirdarên ewlehiyê yên berpirsyar de muameleyên li gor qanûnê demildest bidin destpêkirin. Em bangî Serokê TBMMyê, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Parastina Neteweyî, Waliyê Şirnexê û Serdozgerê Komarê yê Şirnexê dikin ku peywira xwe bikin."
Îrmezê li ser pirsa rojnamevanan a der barê êrîşê de diyar kir ku bi Encu re hevdîtin kirin û da zanîn ku Encu îro dê leşkeran giliyê Dozgeriya Komarê ya Uludereyê bike.