14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
ANKARA
Şêwirmendê Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê, Sitki Gungor piştî êrîşa rêxistina terorê PKKyê ya dijî Amîriya Ewlekariya Navçeya Çinarê bi etîketa "#Çinar"ê va "bihar zû hat... tu dibê qey cemre dikevin #Çinar" peyam belav kir. Lêbelê gelek kesî bertek nîşanî vê parvekirinê kir. Li ser bertekan Gungor parvekirinên xwe jê birin û qebûl kir ku hesab ê wî ye, lê îdia kir ku wî bi xwe peyam belav nekirin.
Gungor li ser pirsa der heqê parvekirinên wî yên ku sedema berteka raya giştî wiha got, "Hesab hesabê min e, lê yê ku peyam parve kir ne ez im. Ji ser vê bahozan radikin. Ez nizanim çawa çêbû. Dikevin hesabê min û parve dikin. Yê ku peyam rakir jî ez im."
- Pênc kes mirin, 39 kes jî birîndar bûn
Êrîşa PKKyê ya ku bû mijara parvekirina Gungor, duh bi şev di saet 23.30î da li dijî Amîriya Ewlekariya Navçeya Çinarê rû da. Di êrîşa ku bi destê mensûbên rêxistina terorê PKKyê pêk hat de, 2 jê xizmên polêsan 5 kes mir; 6 jê polês, 8 jê xizmên polêsan 39 kes jî birîndar bûn.
Gungor digel şêwirmendiya Yuksekdagê, li TBMMyê jî şêwirmendiya Grûba HDPyê dike.