Di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina paralel" da biryar hat dayîn gumanbarên ku li dijî koma ku ji wan ra dibêjin "Taşhiyeyî" sûc û delîlên derew çêkirine bên binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da 30 kes hatin binçavkirin ku di nav wan da mensûbên ewlehiyê û xebatkarên medyayê hene. Der heqê gumanbaran da tê îdiakirin ku di sala 2009an da li dijî koma ku ji wan ra dibêjin "Taşhiyeyî" sûc û delîlên derew çêkirine.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li dijî koma ku ji wan ra dibêjin "Taşhiyeyî" operasyon hatibû kirin û Mehmet Dogan jî di nav da 11 kes hatibûn qefaltin. Dogan 17 meh di girtîgehê da mabû û hatibû tehliyekirin.
Hatibû îdiakirin ku Mehmet Doganê ku wek "Mele Mihemed" jî tê zanîn li dijî hin fikrên Fethullah Gulen derketibû.
Tê îdiakirin ku îro kesên ku hatin binçavkirin li dijî Mehmet Dogan û hewalên wî di wê demê de sûc û delîlên derew derxistibûn û bûn sedem ku endamên koma Taşhiyeyê ketin hepsê.