ANKARA
AK Partiyê parlementerê xwe yê Kutahyayê Îdrîs Bal bi daxwaza teqez ya îxracê şandibû Lijneya Dîsîplînê. Bal li Qada Zaferê ya Kutahyayê daxuyanî da rojnemavanan û diyar kir ku hemwelatiyên wî yên Kutahyayê ji bo ku ew rastiyan bêje û mafan biparêze şandine Meclîsê.
Bal diyar kir ku ji bo bendewariyên welatiyan dixebite û heta niha di 9 mijaran de rapor nivîsîne û wiha axivî: "Ew kesê ku hevalên xwe hişyar bike dost e, yan yê ku talûkeyê bibîne lê hevalên xwe hişyar neke? Ji min re gotin sîxur. Lê ez li wir nebûm. Cihê ku mirov li wir nebe, mirov dê çawa sîxuriyê bike. Ez di partiya ku van tiştan ji parlementerê xwe re layîq bibîne de nasekinim. Ez ji wê partiyê îstifa dikim."