DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş di Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanên BDPê ya 1emîn ku li Salona Sporê ya Seyrantepeyê ya Diyarbekirê hat lidarxistin de axivî. Demirtaş diyar kir ku bi ciwanan şanaz dibin.
Demirtaş di axaftina xwe de wiha got: "Em ê bi destê xwe çareseriyên xwe pêk bînin. Pisgirêka perwerdeya bi zimanê dayîkê dê ji dewletê bê xwestin, lê ji bilî xwestinê ev pirsgirêka civakê ye. Divê ciwan dibistanan vekin, kitêbên dersan derxin."
Demirtaş di axaftina xwe de destnîşan kir ku azadî tu demê di zêrcamê de nayê ber destê gelan, bi bedelên mezin û têkoşînên giran bi dest dikeve û wiha got: "Ji bo ku muzakere bi aştiyê bigihîje encamê divê pêvajoya ku serok Apo bi înîsiyatîfa xwe daye destpêkirin bigihîje çareseriyeke demokratîk û mayînde, ji bo vê jî divê tekoşîneke nêzî diyalog û muzakreyê bê meşandin. Serok Apo gelek caran bal kişandiye ser perwerdeyê."
Demirtaş diyar kir ku divê ciwan di her warê jiyanê de rexistin bibin û wiha got: "Em ê bi destê xwe çareseriyên xwe pêk bînin. Pisgirêka perwerdeya bi zimanê dayîkê dê ji dewletê bê xwestin, lê ji bilî xwestinê ev pirsgirêka civakê ye. Divê ciwan dibistanan vekin, kitêbên dersan derxin."
Demirtaş di axaftina xwe de îdia kir ku heke Ocalan azad nebe ev pêvajo nameşe û wiha axivî: "Serokên gelê Kurdistanê heke bibin yek û pêwistiyên yekîtiya demokratîk a neteweya Kurdan pêk bînin, dê ev tekoşîn di demeke kurt de bigihîje encamê. Rêberê gelekî di çalê de girtiye û bi vî awayî muzakere nayên kirin. Gel vî tiştî qebûl nake. Di heyama pêşiya me de xalekî herî girîng a pêvajoyê azadiya Apo ye."
- Posterê Talabanî vekirin
Hin ciwanên ku ji Iraqê hatibûn posterê Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî vekirin.
- Ala Tirk daxistin
Ji bilî vê li salona ku kongre tê kirin ala Tirk hat daxistin û hêzên ewlekariyê midaxele kirin. Parlamenterên BDPyê ketin navberê û gengeşî hat çareseririn.