TBMM
Parlementerê AK Partiyê yê Ordûyê Îdrîs Naîm Şahîn ji partiya xwe îstifa kir. Şahîn di daxwaznameya xwe ya îstifayê de got: "Ev partiya ku di dema damezrandina wê de ez bi dilxweşî bûm endamê wê niha bi biryareke zor û bi xemgînî jê îstifa dikim."
Şahînê ku di nav avakarên partiyê de cih digirt, daxwaznameya xwe ji Seroktiya Giştî ya AK Partiyê re şand û di daxwaznameyê de wiha got: "Li Tirkiyeyê gelek guherîn û veguherîn hatin kirin. Di bin van tiştên ku hatin kirin de ji ber ku mohra min jî cih girt ez pir kêfxweş bûm. Lê mixabin di demên dawîn de polîtîkayên ku tên kirin ne li gor berjewendiyên gel û neteweyî ne. Ev partiya ku di dema damezrandina wê de ez bi dilxweşî bûm endamê wê niha bi biryareke zor û bi xemgînî jê îstifa dikim."